17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Golik, yanî çi?

Aramê Elegezê

Di civaka me kurdan de yên ku karê gundewarî kirine dizanin û gotineke pêşiya heye ¨golikek garanekê xira dike¨

Çima xira dike, çawa xira dike ku ev nêrîn an jî şîrove her cihî li ser golikan tê gotin. An jî di nava cîvakê de ji kesekî nesekinî, tiştan tev li hev bike, çep û rast rihetiya civakê xira bike re jî dibêjin ¨weke golikan e, cihê xwe da nasekine¨

Baş e golik çawa tevdigere, garan hejmareke çêlek, nogin, ga, conege, hesp-canî û keran pêk tê. Eger şivan zîrek nebe, garanê bê ser û ber çolê belav bibe. Golik, her tiştî meraq dike, fêm bike, fêm neke, bizane yan jî nezanî xwe dike her kendalî, gur û kuçik, rovî hev dernaxe, ji ber vê xwediyên golikan heya golik nebe du salî her li ser wê û goloktiya wê baldar in.

Lê golik dema dibe du salî, hê xetertir e. Xwe dike cihê ga, an jî conege, dixe cihê ga diçe nav ga û li himberê wan lingê xwe û serê xwe erdê dikole, dengê çilmisî borebor dike, yanî bi navê din mêranî dike. Ga weke ga, mat mayî wê temaşe dikin, yek jî wê cidî nagire û kêlekê re diçêrin, diçin, an jî yê westiyayî mexel dibe. Golik vê nehesibandine, dengê xwê bilind dike, fir fir dike lê hewldanên wê ga tahrîk nake. Golik weke bi ser ketiye, duvikê xwe badide, berê xwe dide ber bi garana conagan, di vir de îznê bidin kevanekî vekim. Cudahiya conege û ga bêjim. Ga, xesandiye, lê conege ne xesandî ye, ji ber vê ga  barhilgir e, cot dajo lê canege har e, şerker e.

Golik, bi fors, bi qîr û fir fira poz dikeve nav garana conega. Conagê lê dizvirin, çep rast, bi qoçên weke tîran yek dû di parsikan de, yek di orta eniyê de lê didin, golik şaşomaşo gêj dibe lê dîsa şivan tê hawarê, direve dikeve li ser conagayan û golikê ji nava wan derdixe. Golik gêjomêjo, xil û xar daye pêş şivan lingê xwe erdêra zorê dikişîne, di ber xwe de dibêje ¨ez ê we hemûyan bikujim, qoçê min hê tam derneketine, ji bo vê we ez têk birim.¨ Şivan darê di destê xwe de golik dehf dide, da ku riya xwe şaş neke.

Lê civaknasiyê de goliktî pir problem e, bê ser û bê ber ava dikin. Kesek an jî xortê gund li gorî pîvanê gund, li gorî çanda civaka xwe tev negerin wê civakê der sînor bin. An jî bibin egerê şer, alozî.

Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê 14’ê gulanê hilbijartinên serokkomarî û parlemanê çêbu. Beriya hilbijartinê, gelekî gotin, şîrove û hatin çûyîn, her wiha ber bi jêr li hemberê hev buxtan avêtin. Di vê pêvajoyê de derûniya civakê têk çu, kî rast e, çi rast e yan jî derew e, kê çendî diz e, çendî bê axlaq e, yanî tevliheviyek pêk hat da ku, kesekî tiştekî fem neke, fem neke ku pergala faşîst ber dewam be.

Lê di goliktiya siyasî de, hînde zêde pêş ketin, hînde sînor nas nekirin, xwe kirin cihê her tişti, cihê her kesî. Ne serok weke serokan diaxivin, fermanan didin. Cihê biryardayînê nîn e, yanî ne navenda rêxistinê daye lê ser navenda gotinan dibêje, xwe dike navenda her tiştî. Her kesî re perwerdeya demokrasî iyê dide, bixwe ser navê her kesî diaxive, biryar dide. Ji vê re jî ¨fikrêminên azad¨dibêje. Bê artêş e, ji qanunên şer-artêşê û leşkeriyê fêm nake, pêywendiyê şer û siyasetê nizane, li ser leşkeriyê diaxive, bi navê şevanan biryara aştiyê dide, bangawaziya agirbestê dike. Teqlîd dike, ne serok e weke ku serokê partî yan jî serokê gelekî dipeyive lê gorî van xwe nişandana bar dikeve ser milan çong dilerizin, reng sîpîçolkî dibe, henase qut dibe.

Di qanûna civaknasiyê de, hinekan re, bêciddiyetiyan re cih nîn e, taybet jî civakeke weke civaka gelê kurd, kêr li ser qirikê, şerê hebûn û tunebûnê dide, weke golikê biharê lotik nayên avêtin, bê rêxistin kar nayên kirin, teybet jî xwe sergeldîtin nabe! Yên ku dixwazin karê gel bikin, beriya her tiştî di nava gel de bin û asta gel de bizanibin bimeşin. Kurt û kurmancî di polîtîkayê de golikbûn ne baş e.

Ji ber Rojhilata Navîn û taybet jî Kurdistanê bê rêxistin pel nalive. Ezezîtî, popûlîzma postmodern ji pûçbûne wêdetir tu tiştekî nayne, têybet jî rastiya çanda siyasî ya Rojhilata Navîn de, teqlît nabin, xwe kirina cihê yekî din yan jî sînorên qûtsaliyetê civakê derbaskirin weke¨rê derketin¨, mala ku zikê xwe têr kir, tifkirin e. Ev jî tu carî nayê bexşandin. Golik, garanê weke bê aqil, bê pîvan dizane lê pîvan û aqlê garanê heye, em ji bîr nekin cudahiya rewil û mirova hêza aql e, yanî hêza aqlê civakê heye û ser piyan e.

Pûçbûna weke qewmê Lût, giştî cîhanê heya astekî derketiye pêş lê rex vê tekoşîna exlaqî û polîtîk heye û her demê bi hêztir, bi biryar e, ya girîng baweriya xwe gel binînin û xwe ser gel nebînin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê