15 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbat an dewlet

‘Belkî ji ber mijara helbestan ez ê werim girtin lê girtin jî belkî ji bo min azadî be. Malbata min pê bihise ku ez pirtûk derdixim wê min pir biêşîne’.

Kes derdê kesî nizane. Dibêjin kes bixwe bi derdê xwe beled e lê nizanim çiqas rast e. Difikirim û ez dibêjim qey ku mirov bi aqilê xwe, fêhma xwe tam be, erê wê derdê xwe jî bizanibe, wê hekîmê derdê xwe be jî. Lê mirov bi zêhna xwe kêm be gelo mirov ê bi derdê xwe yan jî bela serê xwe beled be gelo? Min ê mesele bianiya ser oldarên radîkal ku derdê her mirovî bi wan maye. Îja kîjan derd?

Ne derdê bêedaletî, newekhevî, xîzanî û mafê mirovan. Derdê bihușta mirovan bûye derdê wan ê herî mezin. Dibêjin an hûn ê jî limêj û taetê bikin û mîna me bifikirin û mîna me bijîn an jî heqê we mirin e, em dikarin we ceza bikin û heta ku weke me nefikirin we bikûjin jî!. Wey looo looo!.

Gelo tu bi xwe beledî hișê te baș e ? Tu bixwe bawerî ku tu rast î yan şaş î. Bi min ev raman ne ol e, ne tiștek din e, ev siyasetek qirêj e. Serdest li ser bindestan, hişmendiya mêran li ser jinan, ji bo kêf û saltanatên xwe dewam bikin her dem diceribînin.

Hem welatî dibêje ez fikr û ramana we naecibînim. Weke we najîm. Karê xwe bi kesî naynim kî, kê çawa dixwaze bila wisa bijî. Ew dibêjin nabe. Jin û mêr dizewicin dibin malbat, te hew dî mêr dibêje jinê ‘di vê malê de serdest û ê bihêz ez im.  Serwêriya min bi dilê we be jî, nebe jî ji ber ku ez debara malê pêk tînim hûn ê bi ya min bikin’. Xweșa jinan neçe jî di nav civakê de ev e ya rast. Di nava zeman de bi sedan salan jî ev yek wiha dewam kir û mixabin hê jî li gelek deveran didome.

Heta jinan dest bi têkoşînê nekiribû xebata jinan qedexe, şerm û guneh dihat dîtin. Jin ji bo azad bibin di encama têkoşîna xwe de ketin nav kar û xebatên aboriyê. Ji bi tevlêbûna kar xwe kêm be jî azad kirin. Ji ber ku jin bi demê re bi xwe hesiyan ev li hesabê serdestan nehat. Ji bo serdestan jina serbixwe temsîla bêexlaqbûnê ye. Mêr ji ber ku ji serxwebûna jinan aciz in dibêjin cihê jinan mal e. Ev gotina mêran e ya serdestan e. Divê kesên ku wiha difikirin bên tedawîkirin.

Carinan jineke ciwan li min digere û pirsgirêkên ku dijî ji min re vedibêje. Wê demê ez dikevim wê ferqê ku gelek mêrên kurd li derve demokrat, li malê despot in. Dibêjin jin û serxwebûn nabe . Bi gotinên wiha dêrûniya jinên ku dixwazin mêrekî tev li jiyana xwe bikin tev li hev dikin û wan ji jiyanê dûr dixin. Mixabin jinên kurd ên ciwan pirî caran ji bot eşê bidin jiyana xwe neçarê destûra mêrên di malbatê de ne. Em jinên kurd hindik nemirin ji bo azadiyê, ji bo rûmetê.  Telefoneke ji min re hat jineke ciwan ku endama malbateke welatparêz e got ‘Belkî ji ber mijara helbestan ez ê werim girtin lê girtin jî belkî ji bo min azadî be. Malbata min pê bihise ku ez pirtûk derdixim wê min pir biêşîne’.

Ax kurdno, ev hişmendiya rizî ku ev qas ji jinan aciz e wê heta kengê weke xwîn di nav rehê beden û mêjiyê we de bibe desthilatdar.