17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger di malê de hepis kirin

Dadgeha Ceza ya Asliye ya Îzmirê 4 rojnameger di malê de hepis kirin û 2 rojnameger jî bi şertê kontrola edlî berdan.

Polîsan di 13’ê Sibatê de bi ser malên rojnamegeran de girtibûn. Polîsan di serdegirtina malan de  Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Semra Turan, Delal Akyuz û Tolga Guney, Nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin, Nûçegihanê Gazete Dûvarê Cîhan Başakçioglu û xebatkara çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Fatma Fûnda Akbûlût binçav kiribûn. Polîsan piştî karê îfadeyê bi dawî kir 6 rojnameger sewqî dadgehê kir. Dozger beyî îfadeya wan bigire raste rast bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dozger bi daxwaza girtinê 6 rojnameger sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Nobedar a Bayrakli ya Îzmîrê kir. Rojnameger ji ber îfadeyên şahidên veşarî û şahida eşkere Bûse Aslan ên ku di dosyeya lêpirsînê de cih girtibûn û nûçeyên ku çêkirine û axaftinên telefonê yên ku bi çavkaniyên nûçeyan re kirine, hatin sûcdarkirin. Rojnameger bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin sûcdarkirin.

Dadger cezayê hepsa malê da 4 rojnamegeran

Piştî îfadeyê, Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Nobedar der barê Semra Tûranê û Cîhan Başakçîoglû de biryara şertê kontrola edlî da û der barê Delal Akyuz, Melîke Aydin, Tolga Guney û Fatma Fûnda Akbulut de jî biryara cezayê hepsa malê da û bi vê yekê 4 rojnameger di malê de hepis kir.