27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Hakan Yalçin serbest berdan

Dozger piştî îfadeya rojnameger Hakan Yalçin girt, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî piştî li îfadeya Yalçin guhdar kir, serbest berda.

Nûçegihanê ajansa Mezopotamya (MA) Hakan Yalçin û 10 kesên din di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê, di 29’ê kanûnê de li Wanê bi serdegirtinên malan hatin binçavkirin û anîbûn Meletiyê. Piştî îfadeyên li midûriyeta polîsan, sewqî Serdozgeriya Komarê ya ya li navçeya Çirmik a Meletiyê hatin kirin.

Ji ber ku avahiya Edliyeya Meletiyê di erdhejê de hilweşiya bû, karê îfadegirtinê li beşa Serdozgeriya Komarê ya li avahiya Midûriyeta Herêmê ya Gumrik û Bazirganiya Derve ya li ser rêya Akçadagê pêk hat Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan û malbatên binçavkiriyan jî şopandin. Heyeta dadgehê bi hinceta qad teng bû, destûr neda ku çapemenî û malbat bikevin hundir.

Di îfadeya dozgeriyê de xebatên Yalçin ên di dema xwendekariyê de yên li Meletiyê jê hatin pirsîn. Dozger, pirsên weke “te li komeleyê pewerdeya îdeolojîk dane yan na” û hwd. pirs kir. Piştî karûbarê îfadeyê jî Yalçin bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê kir.

Welatiyên bi navên Siyajîn Yaman, Rezan Malgir û Bedîrhan Akyildiz ku li gel Yalçin hatibûn binçavkirin bi daxwaza girtinê û 7 kesên din jî bi daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê kirin.

Heyeta dadgehê jî piştî li îfadeya rojnameger Hakan Yalçin û 9 kesên din guhdar kir ew serbest berdan. Heyetê welatî Bedirhan Akyildiz jî bi ideaya “Endamtiya rêxistinê” girt û şand girtîgehê.