spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lehengiya Zagrosê ilhama azadiyê ye

Mijar hene ku mirov qala wan bike, derheqe wan de şîrove û nerîn bide, lê mabesta me ne nirxandina salê ye, ji wê zêdetir em dê behsa pratîk, serkeftin, berxwedan û sekna lehengiyê ya gerîlayên cenga giran bikin...

Di vê sir, serma û qerisîna zivistanê de, rojeva têkoşîna siyasî ya Kurdistanê kele kela germa wê ye ku difûre. Bayê kele kela geşedanên rojevên aktuel, li Enqere berf, zîpik/gijlok barî! Rûdana rewşên awarte, pêkanîn di kêliyê de, li ser medya dijîtal bela dibe. Daxwaza her kesekî/ê ku doza têkoşîna demokrasiyê dike, rojeke beriya bi rojeke destê xwe bi pêsîra îxtîdara tirk bialîne û jê hesap bipirse. Civak, ji destê vê rejîma şerxwaz, xwinrêj ji her alî ve bêqewet bûye.

Li gel her rûdaneke nû derî ji minaqeşeyên cuda re vedike ku kêmasiyên hevsengî, pêkanîna textîk û stratejiyên salên borî bi şopandina vekolîn/lêkolînan lêpirsîn bike.

Ya rastî min ê vê hefteyê der bare tecrîda şidandî ya Îmraliyê, berxwedana grevên birçîbûne ku ji 27’ê mijdarê de ji sedî zêdetir girtîgehan bi sedan dîlên azadiyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, dest bi greva birçîbûnekirine binivîsanda; her wiha ez ji hevalên di greva biçîbûnê de ne, lêborîna xwe dixwazim, rihê me li gel berxwedana we ye, hûn ronahiya siberoja têkoşîna azadiyê ne, bi destûra we em ê vê mijarê hefteya bê dewam bikin…

Avabûna rojevê, pêkanîna siyaseta rast e, hevsengiya rengê siyasetê bi pêşxistina şêwazên têkoşînê ye. Berhevkirin, çêbûn ew encama her aloziyê ye. Bêguman, ev sal bêkêmasî nebû li gel kêmasiyên wê, lê asta serkeftinên xwe deh qetî zêdetir bûn. Mijar hene ku mirov qala wan bike, derheqe wan de şîrove û nerîn bide, lê mabesta me ne nirxandina salê ye, ji wê zêdetir em dê behsa pratîk, serkeftin, berxwedan û sekna lehengiyê ya gerîlayên cenga giran bikin…

Mirovên vê axê bi ser rengê erdîngeriya vê axê ji dayîk çêbûne, ku di hembêza şîr helaliya niştîman de bi rehe jiyanê mezin bûne. Ev ciwanên jîr, jêhatî ku piştî damezrandina tevgera azadiyê di hembeza dayikê de bi firê kaktin, îro li jora çiyayên Kurdistanê, destanan dinivîsin, ala pêhlewaniyê bilind dikin; moral, hêz didin. Li lûtkeya çiyayên Zagrosê egîdiya Memyan, Helmet, Welat û Huseyînan e! Mohra xwe li serketina ruhê serdemê, dane. Çiya berf, mij û moran e, leheng li dora sengeran e, kon vedan e. Rihê wan, ji hêza artêşa welatê bindestane…

Bi taybet li Kurdistan, Tirkiye û hema bêje piraniya ragihandina cîhanê qala vê serketin û berxwedana dîrokî ya gerilayên Kurdistanê kir ku dîmenên çalakiyê parve kirin.

Li rêzeçiyayên Zagrosê tevî ku bi qasî du metre berf bariyê, zor û zehmetiya şert û mercên zivistanê heye, lê dîsa jî sekn bi gerîla nakeve, ma ji xwe de ne gotine, ‘ji gerîla re sekin tuneye, li pêş xwe bêderfetî, zehmetiyê qebûl nake, ji bêderfetiyê destkeftî ava dike’. Bi cidiyetek mezin bi ser xeletî û şaşiyan diçin. Gerîla xwe bi vî ruhê, beşdarî pêngava azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan dike…

Mînakên serkeftinên wiha di dîrokê de kêm hatine dîtin ku di wan şertên zor û zehmet de yên zivistana çiyayên Zagrosê de sekneke ji vîna pola ya bêhempa nîşand didin. Gerîlayên Kurdistanê vê carê jî di 22 û 23’yê kanûnê de pişta neyaran li erde dan ku hîna dewleta tirk şoka vê derba mezin a têkçûyînê li ser xwe ne avêtî; îca vê carê jî di 24’ê kanûnê de simaq/sîleyeke ku tu carî ji bîra mêtingeriyê neçe ji gerîlayên herêma Zapê jî hat.

Carek din îspat bûye ku gerîla di kîjan kêlî û rewşe de be bila bibe dema ku bixwaze, dikare çalakiyan li dijî hêzên mêtînger ên li ser erdîngeriya Kurdistanê bi cih bûne pêk bîne û hesab bipirse. Ev berxwedana bêhempa ya gerîlayên PKK’ê, ji bo dewleta tirk peyameke ku dê nikaribe li herêmên gerîla xwe bi cih bike û lê mayînde bibe. Gerîla bi van çalakiyên li pey hev ên ku bandoreke dîrokî çêkir û pêşî ji nîqaşên navxweyî yên di navbera rayedarên artêşê de vekir ku ev çend rojin bi pêsîra hev ketine re rê vekir!

Piştî çalakiyên gerîla bi rojeke serfermandarê artêşa tirk neçar ma ku bi lez berê xwe bide ser sînore başûrê Kurdistanê û kuştiyên xwe ji raya giştî veşêre… Pirsgirêk tenê ne ragihandina kuştina çend eskeran e; mesele ji vê wêdetir e; mesele têkçûyîna stratejiya artêşe ya hewldana dagirkeriyê ya başûrê Kurdistanêye.

Êdî staratejiya artêşa tirk ku ji sala 2018’an ve hewldida li qadên parastinê yên Medyayê dagirkeriya xwe berbelavî tevahî herême bike û li wan deveran hebûna xwe bi cih bike, ji gerîlayên Kurdistanê derba kuştine xwar. Artêş, berpirsên hikûmete û yên dewletê di vê satratejiyê de bi ser neketin, ev rewşa binketina wan nîşan dide. ‘Fermandarên artêşê’ qaşo yên teqewît bûyî, muxelefet û raya giştî ya Tirkiyeyê ev çend roj in qala hurgûliyên tekçûyîne vê stratejiyê ji raya giştî re dibêjin. Ev textîk li çirava çiyayê Xakurkê, Metîna û Zapê teqinî. Artêşa tirk li rêza quntara çiyayên Zagrosê, li gel baregihên xwe ase maye. Gerîla li Xakûrkê, Zap û Metîna “penca” çiyayî avêtiyê. Gerîla ev yek careke din îspat kiriye ku hêzên gerîla li van deveran serwer e û têk naçe. Ya balkêş, mirovên vê erdîngeriyê li rengê gewrî yê axa xwe çûn e; ji bo hilandina tolê birêbikin.

Kesên ku rastiya çiyayên Kurdistanê nizanin û ne dîtine, bila ji dîroknasiyê pirs bikin, ji rojnivîsk û bîranînên gerîla bixwînin û rastiya wan çiyan hîn bibin. Ji bo ku mirov li hembêza wan çiyayan bijî, jê re ruh, bawerî, azwerî, wêrekî û pisporî dixwaze. Ji lewma rêzeçiyayên asê yên Zagrosê rê nedane artêşa Îskender ku wan çiya derbas bike! Niha ew devera ku artêşa mêtînger lê kon vedayî û dixwaze bi cih bibe, bila bizanin ku ew der ne welatê wan e; bila zanibin ku ew heyanî li wir in wê tu carî xweşî û aramiyê nebînin…

Bi hêviya rojên xweş, azad, sersala nû pîroz be…