4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şahidê berxwedan û zilma Îranê

Rejîma Îranê ji bo pêşiya têkçûna xwe û serhildana gel bigire serî li rêbazên dij mirovahî dide. Bi taybet jî jinan digire û bi dar ve dike. Rojnameger Areş Nizamî têkildarî girtîgeha Evîn û polîtîkayên Îranê yên li ser girtiyên siyasî nirxandin kir. Areş Nizamî, anî ziman ku Evîn girtîgeha herî mezin a Îranê ye û piranî girtiyên siyasî, mezhebî û ewlehiyê li wir girtî ne û cewherê Tehranê nîşan dide.

Rojnameger Areş Nizamî der barê girtîgeha Evîn û kiryarên li wir nirxandin kir. Areş Nizamî da zanîn ku girtîgeha Evîn di 1971’an de, di serdema rejîma padişahiyê de hate çêkirin û wiha got: ”Hin ji berpirsen Îranê ku niha li ser kar in, vê demê wek muxalifên şah li wir girtî bûn. Beriya 1979´an ev der ji aliyê istixbarata rejîma berê, bi navê SAVAK’ê ve dihat rêvebirin. Evin kiribûn cihê qetilkirina girtiyen azadixwaz, çep û komunîst. Piştre şoreşa gelan, girtiyên komên Îslamî ji zindanê derketin û bûn desthilatdar. Girtîgeha Evîn ji vê rojê ve şahidiya zilma komara Îslamî dike. Di salên destpêke de bi hezaran dijberên komara îslamî li Evinê darvekirin. Çîroka wir gelekî bi êş û dirêje.”

Rojnameger Nizamî, diyar kir ku dema melayan pergala xwe ava kir, bi komkujiya neyarên xwe, rûye reş ê dîktatorê berê ya Îranê spî kirin û wiha axivî: ”A niha hin qawîşên girtîgehê wek benda 209 û 240´an ji aliyê Sipahî û Itilaatê (istixbarata Îranê) bi rê ve diçe. Kes nikare wê derê bibîne. Di dîwarên her hucreyê de destnivîsên girtiyan heye. Ev nivîs hesreta girtiyan û zilma ku li wan hatiye kirin a salên dûr û dirêj vedibêje. Revîna ji girtîgeha Evînê pir dijwar e.”

Li Evînê 8 girtî şewitandin

Nizamî, bibîr xist ku du sal berê komeke bi navê “Edalet a Elî” kamerayên girtîgeha Evînê bi rêya înternetê destserkirin û wiha pêde çû: ”Di wêne û dîmenên ku hatin weşandin de rewşa nebaş a girtiyan, lêdan, îşkence û tundiya hovane ya karmendên girtîgehê hate nîşandan. Payîza par dema piştî kuştina Jîna Emînî, şoreşa Jin Jiyan Azadî li kolanên seranserê bajarên Îranê bi rê ve diçû. Girtiyan li Evînê serî hildan. Li hin bendan şewat derket û 8 girtî di nava şewatê de jiyana xwe ji dest dan. Zêdeyî 50 kes jî birîndar bûn. Tê gotin ku dewletê bi zanebûn agir berda wan û da ku çavê gel bitirsîne.”

Pirtûk qala îşkenceya spî dike

Rojnameger Nizamî destnîşan kir ku gelek girtiyên siyasî li ser bûyerên li Evinê pirtûk nivîsandin û wiha lê zêde kir: ”Yek ji wan Nergis Mohemedî ye. Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê ye. Niha hê jî di girtîgehê de ye. Nergis di pirtûka “Îşkenceya Spî“ behsa rastiyên li wir dike ku bi çavên xwe dîtine. Ev girtîgeh ji aliyek din şahidiya gelek berxwedanên dîrokî kiriye. Gelek ji wan kurd bûn. Ger em li salên dawî binêrin, navê Şîrîn Elem Holî û hevalên wê tê dîtin. Bi darvekirina Ferzad Kemanger, Şîrîn Elem Holî, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderiyan re, gelê derveyî rojhilat li sê parçeyên din ên Kurdistanê jî navê Girtîgeha Evînê bihîstin. ‘Evîn’ wek peyva kurdî wateya hezkirinê nade û navê herêmek li Tehranê ye ku girtîgeh li wir e û bi zimanê farsî ‘Ivîn’ tê xwandin.”

Evîn cewherê Tehranê nîşan dide

Nizamî, daxuyand ku Tehran bi sedan kîlometre dûrî herêmên rojhilatê Kurdistanê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: ”Berovajî bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, gelê rojhilat bi rêjeyek pir kêm koçî bajaran navendî yên Îranê kirine. Bi giranî li erdnigariya xwe dijîn. Lewma mirov nikare bêje ku Evîn girtîgeheke taybet a Kurdan e. Zindana Amedê ya ku ji bo şikandina îradeya şoreşgerên kurd hatibû terxankirin, di vî warî de bi girtîgeha Evînê re nayê yeksankirin. Lê her du girtîgeh bi awayekî aşkera cewherê dewletên Enqereyê û Tehranê nîşan didin.”

Rojnameger Nizamî da zanîn ku sirûda netewî ya Kurdistanê li salonên girtîgeha Evînê jî bilind bûye û wiha got: ”Şahidên bûyerê dibêjin, dema Şîrîn Elemholî û rêhevalên wê dibirin ser darvekirinê, sirûda ’Ey Reqîb’ bi dengekî bilind digotin. Kurdan li Evînê ji berxwedan kirine jiyan. Piştî salên dirêj niha hin navên din li girtîgeha Evînê li berxwe didin. Van girtiyan piştî şehadeta Şîrîn û hevalên wê, ala wan hildan. Yên ku tovên şoreşa Jin Jiyan Azadî li Îranê çandibûn û niha jî dixwaze tola xwe ji wan hilîne.”

Pasdaran endama KJAR’ê revandin

Nizamî bibîr xist ku yek ji van jinan endama KJAR’ê Wirişe Moradî ye. Piştî çend mehan agahî jê nehat girtin. Di roja 26’ê Kanûnê de veguhestin benda baregeha giştî ya girtîgehê. Pasdarên Îranê di nîvê havîn a îsal de li derdora bajarê Sine Wirişe revandin û bi awayekî hovane îşkence lê kirin. Wirîşe derdorê 5 mehan di hucreya yekkesî de hat girtin. Çarenûsa wê diyar nebû. Dewleta Îranê jî berpirsyariya girtina wê bi fermî qebûl nedikir. Ew niha di girtîgeha Evînê de ye. Ji bo wî jî weke Zeyneb Celaliyan metirsiya cezayê darvekirinê yan jî cezayê heta hetayê heye. Di vê girtîgehê de jineke din a kurd a bi navê Pexşan Ezîzî jî heye ku çend roj piştî Wirişe Moradî li Tehranê hatibu revandin. Pexşan jinek dilsoz, têkoşer û xebatkarekî xwebexş a civakî ye ku bi salan li herêmên şer li başûr û rojavayê Kurdistanê xizmeta gelê xwe kir. Herî dawî piştî îşkenceya bi mehan sewqî girtîgeha Evînê hat kirin.”