27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Nedîm Turfent hat berdan

Rojnameger Nedîm Turfent piştî girtina xwe ya 6 sal û 6 mehan ji Girtîgeha Tîpa K-1 a Depê hat berdan.

Rojnameger Nedîm Turfent di sala 2016’an de dema qedexeyên derketina derve ji ber karê xwe yê rojnamegeriyê yên li Colemêrgê hatibû girtin û 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Turfent di 23’ê tebaxê de ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê sewqî Girtîgeha Tîpa K-1 a Depê ya Xarpêtê hatibû kirin. Turfent piştî girtina xwe ya 6 sal û 6 mehan ji Girtîgeha Tîpa K-1 a Depê hat berdan.

Turfent li ber derê girtîgehê ji aliyê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), hempîşeyên xwe, parêzera MLSA’yê û malbata xwe ve hat pêşwazîkirin.