5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Raşid Ganûşî bi tewana alîkariya komên çete tê dadgehkirin

Desteya dadweriyê ya têkoşîna li dijî terorê, doh dîsa bang li serokê tevgera El nahda, Raşid Ganûşî, kir ji bo lêpirsîna di dosya şandina derveyî welat a ciwanên tunisî ji bo tevlêbûna rêxistinên radîkal.

Rola Raşid Ganûşî û tevgera El nahda di şandina bi hezaran ciwanên tûnisî bo Sûriye û Iraqê ji bo tev li komên radîkal bikin heye.  Lê tevgera El Nahda vê yekê red dike û wê wekî komloya serokê Tûnisê Qeys Seîd a li dijî muxalifên xwe bi nav dike.

Lêpirsîn derbarê Ganûşî ya di vê dosyayê de, ji Îlona borî ve dest pê kiribû, dadweriyê biryar dabû ku Ganûşî serbest bihêle û doza wî taloqî 28’ê mijdarê kiribû.

Ji bilî Ganûşî, serokên tevgera El nahda hinek navên din jî di vê dosyayê de hene, di nav wan de Wezîrê berê yê Navxweyî Alî El-Erîd,  lîder Hebîb El-Luz, ligel parlementer û karsazê berê Muhamed Freikha û serkirdeyên ewlehiyê yên berê. Di serdema desthilatdariya Tevgera El nahda ya ‘Birayên Misilman’ di navbera salên 2011 û 2014’an gelek ciwan hatine şandin ji bo li derveyî Tûnisê tev li komên çete bibin.

Hêjayî gotinê ye ku destpêkirina vê dosyayê li dadweriya leşkerî bi giliyê parlementera berê Fatima el-Mesdî, di Kanûna 2021’ê de ketibû rojevê. Her wiha hatibû destnîşankirin ku rayedarên ewlehiyê, komele û îmamên mizgeftan li pişt torên şandina ciwanên tûnisî bûn. Wan sazî û dezgehên di bin serweriya tevgera El Nahdayê de bi koman ciwanên Tûnisê şandibûn derveyî welat da ku li Iraq û Sûriyeyê tev li komên çete bibin.