Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi angaşta “endamtiya rêxistinê” der barê 50 jinan de biryara binçavkirinê da. Hat hînbûn ku lêpirsîn di çarçoveya îfadeyên şahid û şahidên nepen de hatiye destpêkirin. Di çarçoveya vê lêpirsînê de polisan di saetên serê sibehê de li 14 bajaran bi ser malan de girtin û gelek jin binçav kirin.
Li gorî nûçeya ku Jinnewsê derbas kiriye; li Amedê der barê 22 jinan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn û polisan di serdegirtina malan de Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Besîle Narîn, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Fîgen Ektî, Mekiye Ormanci, Gulcîhan Şîmşek, Berîvan Elter, Dîdar Çeşme û Zekiye Guler; Bedîa Akkaya; Endama Akademiya Jinan Fîgen Aras û Sûltan Esen binçav kirine.
Hat hînbûn ku li Îzmîrê jî polisan jina bi navê Dîlan Akpolat binçav kirine.