spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokwezîrê Iraqê çû serdana Tehranê

Di encama gefên Îranê de serokwezîrê Iraqê Mihemed Sûdanî fermandarekî milîsên Bedir şandibû Tehranê da ku dan û standinan bike. Piştî wê îro jî Sûdanî bi xwe çû serdana Îranê

Li gorî daxuyaniya nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê Serokwezîr Mihemed Sûdanî tevî şandeke pê re îro li ser vexwendina Serokkomar Îranê Îbrahîm Reîsî çû serdana wî welatî.

Sûdanî bi merasîmeke fermî ji alî serokkomarê îranê Ibrahîm Reîsî ve hate pêşwazîkirin û serdna Sûdanî ya ji bo 2 rojan dê li Îranê berdewam dike. Sûdanî dê di vê serdana xwe de di serî de rêberê Îranê Elî Xatemî bi gelek rayedarên din ê Îranê re hevdîtinê bike.

Di nava şandeya Iraqê de  Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên, Wezîrê Petrolê Heyan Ebdulxenê, Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Iraqê Qasim Erecî, herwiha şêwirmendê aborî û rêveberê ofîsa serokwezîr û Rêveberê Banka Bazirganiya Iraqê jî cihê xwe di nava vê şandiyê de digirin.

Wekî tê zanîn di van herdu hefteyên dawî de Îranê gelek caran navendên partiyên kurdan ên muxalifên Îranê li başûrê Kurdistanê bi fûze, top û balafirên bêmirov êrîş dike.

Û hêjayî bibîrxistinê ye ku ev serdana Mihemed Sûdanî piştî gefên Îranê yên êrîşeke bejahî li dijî başûrê Kurdistanê pêk hatiye.

Îranê gefa êrîşa bejahî xwar

Demeke dirêje ku hin partiyên kurdan ên muxalifên Îranê bargeh û navendên xwe li başûrê Kurdistanê çêkirine û wir bicih bûne. Di van demên dawî de û bi taybetî serhildanên gel gef û êrîşên Îranê ên li dijî wan partiyan zêde bûne. Di van herdu hefteyên dawî de gelek caran bi fûze û topan Îranê navendên partiyên kurdan topebaran dike.

Îranê wan partiyên kurdî bi piştgiriya xwepêşandanên lin Îranê tewanbar dike û bi vê behaneyê êrîşên xwe li dijî axa başûrê Kurdistanê dike.