7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rapora binpêkirinên mafên rojnamegerên jin ên girtî

Komeleya Lêkolînê ya Rastiyên di Hiqûq û Çapemeniyê de, bi rojnamegerên jin ên girtî re hevdîtin kir û binpêkirinên mafan ên rojnamegerên jin bi raporekê ji raya giştî re ragihand.

Komeleya Lêkolînê ya Rastiyên di Hiqûq û Çapemeniyê de, di 15’ê mijdarê de bi rêya parêzerên xwe parêzer Ozlem Ender û parêzer Gulan Çagin Kalelî bi rojnameger Safiye Alagaş, Remziye Temel, Elîf Ungur, Neşe Toprak ku di 16’ê hezîranê de û rojnameger Derya Ren a di 25’ê cotmehê de hatibû girtin û li Girtîgeha Jinan a Amedê girtîne re hevdîtin kir.

Komeleyê di vê hevdîtina xwe de binpêkirinên mafên ên rojnamegeran qeyd kir û kir rapor. Komeleyê rapora ku amade kir û li ser malpera xwe weşand. Li gorî rapora ku komeleyê weşandiye girtiyên jin li girtîgehê bi van binpêkirinên mafan re rû bi rû ne:

1- Lêgerîna tazî

2- Xwe negihandina dermanan /pirsgirêka randevûya nexweşxaneyê

3- Paqijî û xwe gihandina ava germ

4- Pirsgirêka germkirinê

5- Binpêkirina nepeniya herêmên taybet

6- Pirsgirêka kantînê

7- Sînordarkirina mafê agahdariyê

8- Sînordarkirina qada hevbeş û aktîvîteyên civakî

Komeleyê di rapora xwe de ji bo çareserkirin û derbaskirina van binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ev daxwaz ji rêveberiya girtîgehê kir: “Girtin tenê lêkerekî desteserkirina dirûvê girtiyan e. Lê divê rêvebirên girtigehan hewcedariyên girtiyan ên bingehîn bi cih bînin û bicihanîna van hewcedariyan weke peywirekê bigirin ser xwe.”

Her wiha komeleyê di dawiya rapora xwe de di çarçoveya Şertên Standart ên Asgarî yên Neteweyên Yekbûyî yên Derbarê Miemeleya Girtiyan (Şertên Nelson Mandela) de çend pêşniyar li rêveberiya girtîgehê kirin.