10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevdîtinên ji bo avakirina tifaqa Kurdistanê dest pê dikin

Di bin serokatiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk de ji bo avakirina tifaqa demokratîk a lingê Kurdistanê hevdîtin dest pê dikin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî avakirina Tifaqa Ked û Azadiyê ya bi partiyên çepgir ên Tirkiyeyê re ji bo berfirehkirina vê tifaqê bi partiyên kurd re jî dest bi hevdîtinan dikin. Di vê çarçoveyê de wê di bin serokatiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk de bi partiyên kurd re hevdîtin bên kirin.

Buroya Çapameniyê ya DBP’ê, der barê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku wê di bin serokatiya Hevserokên DBP û KCD’ê de hevdîtin dest pê bikin û ev agahî dan: “Ji bo avakirina tifaqa demokratîk a herî berfireh weke KCD, DBP û HDP em li ser navê honandina lingê tifaqê yê Kurdistanê dest bi tûrên hevdîtinan dikin. Di vê çarçoveyê de ji bo ku pêvajoya hilbijartinê bi hev re bi rê ve bibin em ê destpêkê bi partiyên siyasî yên kurd re dest bi hevdîtinan bikin.”

Li gorî ragihandina ku hatiye kirin, dîrok û saeta hevdîtinên bi partiyên kurd re bi vî rengî ye:

Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) = 30’ê Mijdarê saet:11.00

Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur)= 30’ê Mijdarê saet:14.00

Partiya Azadî= 1’ê Kanûnê saet:14.00

Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP)= 2’ê Kanûnê saet:11.00

Komeleya Şoreşgerên Demokratîk ên Kurd (DDKD)= 2’ê Kanûnê saet:14.00

Partiya Însan û Azadiyê (PÎA)= 2’ê Kanûnê saet:15.30