18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger serî natewînin

Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Roza Metina, diyar kir ku em ne ew rojnameger in ku îktîdar wan bixe di nava xetekê de û bang li rêxistinên pîşeyî kir ku ji bona piştevaniya kampanyaya wan bikin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) girtina 9 rojnamegerên kurd li ber avahiya xwe ya navçeya Yenîşehîr a Amedê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê û gelek rojnameger di daxuyaniyê de amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” ku wêneyên 25 rojnamegerên kurd ên girtî li ser bû vekirin. Girseyê dirûşmên “Amed bêdeng nemîne xwedî li çapemeniya xwe derkeve” û “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” berz kir.

Di daxuyaniyê de metna kurdî ji aliye berdevka MKGP’ê Roza Metîna û ya tirkî jî ji aliye hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ve hat xwendin.

‘Hûn dê hesabê bidin’

Hevberdevk Roza Metîna, diyar kir ku Komara Tirkiyeyê ket sala xwe ya 100’emîn de lê hêja jî azadiya çapemenî, fikr û raman di bin lingan de ye û got: “Di 5 mehan de 26 rojnameger hatin girtin. Rojnameger dema li mala xwe hatin binçavkirin, polîsan ew bi îşkenceyê birin girtîgehê. Destên wan ji pişt ve hatin kelemçekirin û hewl dan serê wan bitewînin. Dîmenên vê îşkenceyê ji aliyê emniyetê ve hatin weşandin. Bi vî rengî peyamê didin rojnamegerên din jî. Rojekê hûn dê teqez hesaba vê bidin û ji şerman serê xwe bitewînin.”

‘Em hebûn û dê her hebin’

Di berdewamiyê de Metîna, êrîşên li ser çapameniya azad bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek îktîdar hatin û çûn û tevekan jî Çapemeniya Azad hedef girtin. Bi bombeyan êrîşî avahiyên rojnameyan kirin, rojnameger hatin kuştin û hatin girtin lê belê çapemeniya kurd tu carî gav paşde neavêt. Berovajiya vê yekê, bi ser rastiyê de çûn û lîstikên qirêj ên îktidaran teşhîr kirin. Banga me ya ji bo aqilmendên desthilatdariyê ku digotin; ‘hûn dihatin kuştin lê îro tên girtin’ û dixwazin em ji bo halê xwe şikur bikin ev e; ev hewldanên we vala ne. Hûn dê di bin zilm û behiqûqiya xwe de bimînin û aqûbeta we dê ji ya îktîdarên din xerabtir be. Tevî her şert û mercan jî em hebûn û dê her hebin. Em li vir in û yên ku di demekî herî nêz de dê biçin jî hûn in.”

Hewldanên wan bê encam in 

Metîna, balkişand ser darizandina rojnamegeran a ji bo nûçe û endamtiya saziyên rojnamegeran û wiha pê de çû: “Hûn êdî gotina ‘Ev ne rojnameger in’ nikarin bi tu kesî bidin bawerkirin. Yên ji bo îktidara we çepikan lê dixin qey rojnameger in? Em ne ew rojnameger in ku hûn têxin xetekê û bêjin ‘Çi hewce dike bike.’ Em ê tu carî jî wisa nebin. Hûn nikarin rêxistinên ku em endamên wan in û nûçeyên me, bi dosyayên ku we amade kirine, bi krîmînalîzekirin û terorîzekirinê re encamê bigirin. Dema gelê kurd û çapemeniya gelê kurd kîmyaya we xera dike, hûn dest diavêjin dosyayên berê û hûn ji refan dadixin. Hûn dibêjin qey hûn ê bi vî rengî rizgar bibin. Hewldana we ya ji bo guhertina rojevê jî bi encam nabe.”

 Kampanya dane dest pê kirin

Di dawiya axaftina xwe de Metîna, bal kişand ser kampanyaya “Nûçeyekê jî tu bişîne” û wiha bang li rojnameger û saziyan kir: “Em bang li rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê, rewşenbîr, nivîskar û rojnamegerên xwe ji bedeldayînê paşve nadin û azadiya agahî girtinê ya civakê diparêzin, dikin. Em ji tecrûbeyên xwe yên berê dizanin; heke îro yên hedef tên girtin em bin, sibe dê hûn bin. Dibe ku sibe êdî gelek dereng be. Em dikarin vê zilmê bi hev re têk bibin. Tiştên ji me standin em dikarin li xwe vegerînin. Ev hêza me heye, bes em li ber xwe bidin û bi hev re bin. Loma em dibêjin, gotin qediya dora çalakiyê ye. Ji vir em dixwazin kampanyayekê ragihînin û em dixwazin dest pê bikin. Bi nivîs û nûçeyên ku hûn ê bişînin hûn dikarin li dijî kesên êrîşî JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê (MA) dikin, bi me re têkevin nava piştevaniyê. Em hemû hempîşeyên xwe vedixwînin kampanyaya ‘Nûçeyekê jî tu bişîne.” Ew ê nûçe û nivîsên we hêzê bide me, qeydên li lingê çapemeniyê geriyane wê bişikên.”

Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.