17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger û siyasetmedaran Aktaş û Yavûzel bi bîr anîn

Rêveberên Komeleya Rojnamemegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Rêveberên HDP’ê Midurê Karên Nivîsan ê Azadiya Welat Rohat Aktaş û endamê Meclisa DBP’ê Mehmet Yavûzel ê di qedexeyên Cizîrê de di “jêrzemînên hovitiyê” de hatibûn qetilkirin, li ser gorên wan bi bîr anîn. Beriya bîranînê polîsan ketina Goristana Malbatê ya navçeya Pirsûsê dorpêç kir. Polîsan, malbat, rêveberên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG) û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û girseya li wir ya xwestin bikevin goristanê astengkirin. Ji ber ku polîsan destûr neda ji bilî malbatê kes têkevin goristanê, girseyê li pêş goristanê daxuyanî da. Hevserokê HDP’ê yê Rihayê Ziya Çalişkan, astengiya polîsan şermezer kir û got: “Bîranîn û têkoşîna wan ji bo me girîng e. Em ê bîranîna wan bidin jiyîn. Em ala ku wan dewrî me kirin pêş ve bibin. Em careke din wan bi bîr tînin.”

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan jî bi lêv kir ku Rohat Aktaş ê di jêrzemînên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû rojnameger bû û wiha got: “Aktaş ji bo rastiyan ji gel re ragihîne li Cizîrê bû. Heta kêliyê dawiyê jî gel agahdar kir û di vê oxirê de jiyana xwe ji dest da. Em li pêş bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Em ê têkoşîna wan her tim bidomînin.”

Piştî daxuyaniyê bername bi dawî bû.