spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meclisa Jinan a Îzmîrê ji bo çalakiyên 8’ê Adarê ya Îzmîrê bangewazî kir

Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê, dê bi dirûşma “Em ê bi hev re biguherînin, dem dema jinan e”, di 28’ê sibatê de li ber OSYM’ê ya Alsancakê starta çalakiyên 8’ê Adarê bide. Têkildarî mijarê li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Di çalakiyê de parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk û endamên Meclisa Jinan a HDP’ê amade bûn. Di civînê de pankartên “Bijî 8’ê Adarê, em ê bi hev re biguherînin û dem dema jinan e” hatibû daliqandin. HDP’ê, çalakiyên îsal diyarî Denîz Poyraz kir.

Daxuyanî ji hêla Berna Çelîk ve hat dayîn. Çelîk, diyar kir ku li hemberî kurd û jinan polîtîkayên şer ên taybet tên meşandin û wiha domand: “Hewl didin pêşî li têkoşîna azadiyê ya jinên kurd bigirin. Jin, bi destê polîs û leşkeran ber bi mirinê ve tên şandin. Îpek Er û Gulistan Dokû çend mînakên vê ne. Denîz Poyraz jî li avahiya me ji hêla tetîkkêşan ve hate qetilkirin. Guleyên li Denîzê hatine reşandin, di esasê xwe de li têkoşîna azadiyê ya jinan hatine barandin. Bi van êrişan dixwazin me bêdeng bikin û çavên me bitirsînin. Lê divê baş pê bizanin ku dê miraza wan hasil nebe. Denîzek çû lê niha bi hezaran Denîz rêwitiya xwe didomînin. Em ê tu carî paşdegav neavêjîn.”

Çelîk, bi domdarî bal kişand ser mijarên ku dê di çalakiyan de bînin ziman û ew mijar wiha rêz kir:

“* Li dijî polîtîkaya dîlgirtinê, em ê bi Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel û bi sedan hevalên xwe re bimeşîn.

* Li dijî qetilkirina jinan, em ê bi hev re dengê xwe bilind bikin û dev ji Peymana Stenbolê bernedin.

* Li dijî hewldana girtina partiya me, em ê xwe biparêzin.

* Em ê Şoreşa Rojava û Kobanê biparêzin.

* Em ê rê nedin ku polîtîkayên tecrîdê bandorê li jiyana me bike. Ji bo azadiya Aysel Tugluk û hemû rêhevalên xwe yên din, têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bibin dengê Aysel Tugluk û girtiyên nexweş.

* Em ê mal bi mal, gund bi gund bigerin û mil bidin milê jinên kedkar.

* Li dijî xizaniya jinê, emê xwedî li keda xwe derkevin û dê di qadên hilberînê de cih bigirin.

* Em, tifaqên ku jinan tune dikin qebûl nakin. Em ê tifaqa jinan, bi piştevaniya jinan mezintir bikin.

* Em, soza pêşxistina jiyana wekhev, demokratîk û azad didin. Ev, di şexsê Denîz Poyraz de soza me ya bo hemû hevalên me ye.”

Bi domdarî jî Çelîk destnîşan kir ku dê di 28’ê sibatê saet di 18.00’an de li ber OSYM’ê ya Alsancakê starta çalakiyên 8’ê Adarê bidin. Çelîk, bangewaziya tevlibûna çalakiyan kir.

Parlamenter Serpîl Kemalbay jî di daxuyaniyê de bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê û banga herikîna qadan li hemû jinan kir.