7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamegeran Dilîşan Îbîş li Kobanê bi bîr anî

Rojnamegeran û malbata Rojnameger Dilîşan Îbiş a ku di 12’yê Cotmeha 2017’an de dema şerê li Reqayê dişopand jiyana xwe ji dest da di 6’emîn salvegera wê de ew  li Kobanê bibîr anîn. Hempîşeyên wê soza şopandina riya wê dan

Rojnemevan û nûçeghana ajansa ANHA’yê Dilîşan Îbiş ku di 12’yê Cotmeha 2017’an de li ser rêka Xerafî ê ku dikeve navbera Hesekê û Dêrezorê di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de tevî hempîşeyê xwe Hogir Mihemed jiyana xwe ji dest dabû. Malbat û hempîşeyên Dilşad Îbîş di 6’emîn salvegera wê de ewli Kobanê bibîr anîn. Hempîşeyên wê yên ji bo bibîranînê li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê kom bûn soza şopandina têkoşîna heqîqetê ya Dilişan Îbîş dan. Piştî deqeyek rêzgirtin edîtor û nûçegihana ajansa ANHA Dicle Ehmed axaaftinek kir. Dîcle, di şexsê Dilişan Îbîş de hemû kedkarên ragihandina azad ên li ser riya heqîqetê jiyana xwe ji dest dane bibîr anî. Dîcle, destnîşan kir ku kesên bûne sedema ku rojnameger Rizgar Adanmiş, Îsam, Dilovan û bi dehan hevreyên wan ên ku di oxira heqîqetê de jiyana xwe ji edst dane û yên ku niha êrişên qirkirinê li ser gelên heremê dimeşînin heman kes in, ango dewleta tirk e. Dîcle di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê riya şopdariya heqîqetê ya hevreyên xwe bidomînin.

Bîranîn bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Xwişka Dilişan Îbîş Şêrîn Îbiş a di merasîmê de amade bû şehîdên çapemeniya azad bibîr anî û wiha got: “Dilîşan bi heval û derdora xwe re miroveke dirûst bû ji her kesî hezdikir û hevalên wê jî jê hezdikirin, di karê xwe gelekî çalak û serkeftî bû.”