27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

30 salan jiyan bi berxwedanê derbas bû

Bayram Ekelîk ku piştî 30 salan ji girtîgehê azad bû. Ekelîk li ber deriyê girtîgehê got: “Tevahiya hevalan (girtî) bi baweriya têkoşînê dijîn. Li zindanê jiyan bi berxwedanê derbas dibe.”

Bayram Ekelîk ê di Girtîgeha Tîpa F’yê ya Tekîrdagê de dihat ragirtin, piştî 30 salên girtî, ji girtîgehê azad bû. Ekelîk ê di sala 1993’yan de li Manîsayê hatibû binçavkirin, piştre hate girtin û di Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê de bi sûcdariya “Xerakirina yekitî û yekparbûna dewletê ” hate darizandin. Dadgeh di dawiya darizandinê de cezayê muebedê li Ekelîk birî. Ekelîk bi dorê li girtîgehên Bûca, Aydin, Tîpa F ya Bûcayê, Mûş û Bolûyê hat ragirtin. Ekelîk piştî 30 salên girtî ji Girtîgeha Tîpa F’yê ya Tekîrdagê azad bû.

‘Li zindanê jiyan bi berxwedanê derbas dibe’
Tevî malbatê, Partiya Çepên Kesk, û rêveberên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MA TUHAYDER) Ekelîk li ber deriyê girtîgehê pêşwazî kirin. Ekelîk ê li pêşiya girtîgehê daxuyaniyeke kurt da û hestên xwe wiha anî ziman: “Tevahiya hevalan (girtî) bi baweriya têkoşînê dijîn. Ji bo rojên xweş hemû pir bi kelêcan in. Yên ku dixwazin kurdayetiya xwe nas bikin, yên ku dixwazin rojên li pêşiya me bigehînin armancê bila hevalên di girtîgehan de dimînin binêrin. Li zindanê jiyan bi berxwedanê derbas dibe. Ji ber ku ez derketime tu tişt bi dawî nebûye. Yên ku me difikirin bilanî li ser vê esasê bifikirin. Demokrasî û azadî bi tenê hevrabûnê çêdibe. Divê her kesek vê rastiyê zanibe. Em bi vê têkoşînê hînî pir tiştan bûn.”