27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin û ekolojî

Jin û ekolojî; mirov nikare van herdu karakteran ji hev cuda binirxîne û ji hev dûr bixe. Di destpêka mirovahiyê de jin bi her awayî jîndewerên jiyanê bûn û ev berbiçav bû

Di destpêka mirovahiyê de jin bi her awayî jîndewerên jiyanê bûn û ev berbiçav bû, ta ku mêrên fenek zanebûna jinê jê dizî û kire para xwe. Bi awayekî ew jiyana jîndewer kire dojeheke ku ji modernîteya kapîtalîst pêk tê. Azadiya jinê li hember derketina serweriya li ser van herdu karakteran pêkan e. Ji ber ku mêr xwe weke zordestê xweza û jinê dibîne, talan û bindestkirina van her du karakteran li ser xwe ferz dibîne mirov nikare ekolojî û jinê ji hev veqetîne. Talankirina xwezayê talankirina jinê ye, talankirina jinê talankirina xwezayê ye di heman demê de. Yanî pirsgirêkên ekolojîk bi temamî ji ‘’maf di xwe dîtina’’ mêr  ve destpê dike, ev bi xwe re krîza civakê û krîza ekolojiyê derdixîne holê, zêdebûna tundiya li ser jinê an kuştina wê ji vê derdikeve holê; dewlet, îktîdar û hiyerarşî bingeha xwe ji vê fikrê distîne. Ev nêzîkatî jî nêzîkatiyek seqet e, mêr xwe weke kirdeyê hemû cîhanê, jin û xwezayê jî weke obje camidên jiyanê dibînine. Hema mirov nikare xweza û civakê, rih û laş an mêr û jinê ji hev cûda binirxîne ev di xwezayê de jî wisa ye, li wir her tiş bi ahengeke hevpar û rengîn hevdu temam dike. Rêbaza rast ew e ku mirov bi hişmendiyeke diyalektîk nêz bibe. Ji ber ku rastî jî tiştên berovajiyê hev hevdu temam dikin.

Heke em bêne mijara xwe yî ser nivîsê; jinan her dem bi hev temam kirina xwezayê bûne şîfaker û avakarê jiyana komunal, jiyana ku em jê re dibêjine xwebûn e.

Ekolojî zanisteke ku bi avahî û fonksiyona xwezayê ve mirov jî tê de mijûl dibe. Zanebûna ekosîstemê deynine ber me, ji zanistekê wêdetir di heman demê de tevgerek civakî û paradîgmayek rêxistinî ya jiyanê ye. Ji nêzîkatiyên ekolojîk ya herî zêde ku bi zîhniyeta desthilatdar re lihevhatî, nêzîkatiya antropocentrik (mirov-navendî) ye. Li hember vê wekê rexneyê ekolên cûda yên ekolojiyê derketin holê. Yek ji van ekolojîstên mîstîk in. Ekolojîstên mîstîk bêhtir biyo-navendî nêzî meseleyê dibin, ji însanan hez nakin. Antî tecnolojîst in; dibêjin xweza û mîstîkbûn yek e, bi awayek biyocenstik (jiyan û xwezayê weke navend dibînin), tevî vîrus û bakteriyan wekhev dibînin di xwezayê de. Li gor wan dûr ketina ji xwezayê bi vê nêzîkatiyê radibe. Mirov/ însanan weke xeteyeke gerdûnê an pençeşêreke ji xwezayê dibînin. Hema em nikarin  xweza û gerdûnê ji însanan  wêdetir binirxînin. Însan jî parçeyek ji xwezayê ye.

Yek jî nêzîkatiyek din dorparêzî/jîngehparêzî ye; ev nêzîkatî jî di derholeke ku krîza jîngehê heye yanî ji wextên ku îndustriyalîzm/pîşesazî bi pêş diket derkete holê ji ber ku pêşketina pîşesaziyê bi xwe re lewitandina hewayê jî hanî. Vê nêzîkatiyê pirsgirêkên hawirdorê bi awayek teknîkî hilgirt û hewl da ku çareser bike. Yanî bêhtir li ser lewitîbûna hewa –derhol –av û xwarin û vexwarinên kîmyewî û bêteref nêzî meseleyê bûn. Ji aliyekê jî ev ji bo mirovahiyê ava kirin yanî bi vî rengî xweza ji bo ‘’xizmeta însanetiyê’’ amade dikin an ji bo wan tevdigerin. Ev jî nêzîkatiyek şaş e hinekî dibe nêzîkatiya mirov-navendî.

Di vê astê de ekofemînîst analîza vê baş pênase kirine; li gor wan jin gelekî nêzi xwezayê ye, çanda mêranî hem xweza hem jî jinê îstîsmar dike. Wekî din jî dibêjin berxwedana femînîzm û ekolojiyê yek e. Yek ji nêzîkatiyek din ‘ekolojiya civakî’ ye. Pêşengtiya wê Mûrray Bookchin dike , Bookchin ekolojî ya civakî weke xwezaya yekem û duyem dinirxîne. Xwezaya yekem xwezaya organîk û ‘xwezaya ne însanî ye’ ya duyem nirx û tiştên ku bi destê mirov û civakê ava bûye ye. Yanî bi temamî beşer e. Sentezkirina van herdu xwezaya civaka ekolojîk derdixe holê.  Hema di navbera van herdu xwezayan de jî kirde û bireserî heye yan hîyerarşiyek heye. Li ser vê mijarê hin ramanên birêz Abdullah Ocalan jî hene û ev yek bi awayekî di pirtûka xwe ya ‘sosyolojiya azadiyê’ de nirxandiye. Li cihekî wê dibêje; “Taybetmendiya cûdahiya herî girîng a xwezaya civakê, kapasîteya wê ya zîhniyeta bilind, nermbûn û hêza xwe avakirinê ye. Bêşik, xwezaya yekem jî xwedî hêza hiş, nermbûn û xwe-avakirinê ye. Lê civak/mirov bi cewherê xwe de  pir giran, hişk û hêdî ye.” Ekolojiya civakî  wê bêyî fikrek utopîk di xwezaya sêyem an xwezaya azad de rih bibîne. Wê ev jî bi têk birina modernîteya kapîtalîst û avakirina modernîteya demokratîk de ava bibe.

Jin jî di vê astê de û bi avakirina zanista zanînê, bi rê ya jîneolojiyê ve da ye rû. Di demên paleolîtîkê de jî heyv, av, dar û mar bi jinê tê nas kirin. Çavkaniyên vê jî digihine heya roja me ya îro. Jinan bi zayînbûn, zanebûn û enerjiya xwe ya herikbar her dem bi xwezayê ve bûye yek. Girêdan û wekheviya jinê ya bi xwezaya yekem re û temsîliyeta wê ya taybetiyên xwezaya duyemîn, bûye sedema pênaseya ku wê bi jiyanê re dide naskirin. Gelek sembolên nûbûnê di heman demê de bi awayekî jînê tasvîr dike. Jîneolojî bi vê awayê azadiya jinê û hişmendiya ekolojîk bi hev girê dide û dixwaze hişmendiya ekolojîk ji amûra îktîdaran derxîne ji bo vê jî  rê û rêbazan diafirîne. Çimkî dizane ku azad kirina ekolojiyê wê azadiya jinan jî bi xwe re bîne.