14 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamegerên binçavkirî peyam şandin: Em ê her binivisînin

Ji 20 rojnamegerên ev 4 roj in di binçavan de tên girtin Serdar Altan, Azîz Orûç û Omer Çelîk di peyama ku bi parêzerên xwe re şandine de wiha gotin: ” Em ê her binivîsinin.”

Ji 20 rojnamegerên ku 8’ê hezîranê bi serdagirtina malan hatibûn binçavkirin Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, edîtorên Ajansa Mezopotamyayê Azîz Orûç û Omer Çelîk bi rêya parezerên Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) yê peyam şandin.

Altan: Em ê her binvîsin

Serdar Altan di peyama ku şandiye de wiha got: “Krîza aborî kûr dibe, çend operasyonên leşkerî tên plansazîkirin û em dikevin pêvajoya hilbijartinê. Rojnamevan jî van pêkanînan dişopînin û dikin nûçe. Sedema binçavkirinan dibe ku tenê ev be. Hefteya derbasbûyî rojnamevan Dîcle Muftuoglû hatibû binçavkirin û 4 rojan di binçavan de mabû. Sedema wê jî ji ber ku piştgirî daye hevalên xwe yên rojnamevan. Piştî ku wê berdan, me girtin. Kî dizane ka wê vê carê me bi çi tawanbar bikin. Lê belê em rojnamevan in. Em ê her nûçeyan binivîsinin.”

‘Agahiya polîsan jî nîn e’

Ji edîtorên ajansa Mezopotamyayê Azîz Orûç jî destnîşan kir ku ew bi xwe jî nizanin ji ber çi hatine binçavkirin û wiha got: “Biryara binçavkirinê hatiye dayîn û heya 4 rojan jî hatiye dirêjkirin. Tişta ku em dizanin ev e. Em pirsa sedema binçavkirina xwe ji polîsan dikin, ew jî tiştekî nizanin. Ji me re dibêjin ‘biryar heye’.  Jixwe dema em bala xwe didinê, desteserkirina hard dîskên saziyên ku em tê de dixebitin û rojnamevanên binçavkirî, sedemê fam dikin. Karê me yên rojnamegeriyê tên lêpirsînkirin. Ev demekî dirêj e ku ez roportajên kolanan dikim. Ew roportaj tev jî tên weşandin. Di naveroka wan weşanan de nikarin hincetekî sûc bibînin. Ji ber wê hard dîskan ji kompîtûran derxistin û birin. Dê hewl bidin ku ji van hard dîskan tiştekî derxin. Hewldanekî pûç e. Hem di hêla van binçavkirinan de hem jî helwesta bêdengkirina rojnamevanan de ev tiştên ku dikin, dê negihîje armanca xwe.”

‘Bi sedemên siyasî me binçav kirin’

Ji edîtorên ajansê Omer Çelîk jî di peyama ku şandiye de anî ziman ku ev binçavkirin bi sedemên siyasî hatine kirin û wiha got: “Rojnamegerî tê krîmînalîzekirin. Karê rojnamegeriyê dixwazin wek qadekî bi talûke û pîşeyek ku pêşiya wê nayê dîtin, bidin nîşandan. Em çend roj in di binçavan de ne, lê belê em nizanin ji çi tên tawanbarkirin. Bi min ew jî nizanin. Ji ber vê yekê dema binçavkirinê dirêj dikin û dixwazin tiştekî bibînin. Tişta ku ew bibînin dê  tenê nûçeyên me bin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê