28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çeka herî bihêz gel e

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Rejîma faşîst a AKP‐MHP’ê ku bi polîtîkayên şer xwe li ser postê desthilatdariyê digire di nava plan û projeyên qirêj de ye. Wisa diyar e ku bi şerê li Ukraynayê re dewleta tirk polîtîkayên xwe yên şer hîn berfirehtir kir. Êrîşên li dijî başûrê Kurdistanê, hedefgirtina Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi vê siyaseta qirêj ve girêdayî ne. Bêdengiya qada navneteweyî ya li dijî van êrîşên qirker hişt ku rejîma faşîst li dijî rojavayê Kurdistanê jî dest bi gef û êrîşan bike.

Bêguman dewleta tirk bi mijara êrîşa li dijî rojavayê Kurdistanê hewil dide ku ji nakokiyên di navbera Rûsya û Amarîkayê sûdê werbigire. Li gor vê stratejiyê di qada navneteweyî de ji bo êrîşên xwe di nav lêgerîna pişgtiriyê de ye. Divê baş bê zanîn ku rejîma AKP‐MHP’ê di mijara şerê li dijî gelê kurd de çi ji destê wê tê dike. Bi şerê li Ukrayna re ji bo vê şerxwaziya xwe li herêmê hîn bêtir bi pêş ve bibe derfet dît. Tevî ku di şerê li dijî gelê kurd de bloka NATO’yê bi hemû derfetên xwe li gel dewleta dagirker cih digre jî, ji bo hîn bêtir ji NATO’yê alîkariyê bigre vetokirina endamtiya Swêd û Fînlandiyayê jî wek şantajekê bi kar tîne.

Divê baş bê zanîn ku di bingeha vê vetoyê de dijberiya gelê kurd heye. Dewleta tirk di çarçoveya konsepta ku diyarkirî de li dijî rojavayê Kurdistanê dest bi gefan kir. Gefên şefê rejîma faşîst bi awayekî aşkera îlana dagirkirina herêmê ye. Di bingeha van gefan de dixwazin tevahiya rojavayê Kurdistanê, ger bikaribin heta Heleb û Hesekê wan herêmên ku ereb lê dimînin jî dagir bikin. Bi van êrîşên dagirkeriyê dixwazin xwe bigihîjînin sînorê “Mîsakî Mîlî”. Divê li gel êrîşên dagirkeriyê ev plan jî bên dîtin.

Ji aliyê din ve dewleta dagirker hewl dide xwe bigihîne çavkaniyên petrolê jî. Bi taybetî piştî şerê li Ukrayna krîza enerjiyê ya ku welatên Ewropa dijîn dewleta tirk xistiye nava lêgerînek wisa. Ev jî dide diyarkirin ku hesabên li ser herêmê tên kirin berfireh û kûrin.

Bêguman hin hêzên navneteweyî bi armanca destê xwe li himberî dewleta tirk xurt bikin, wekî li dijî van êrîşan bin xwe didin nîşandan. Di di rastiyê de ew li pêy berjewendiyên xwe ne. Divê baş bê zanîn dewletên kapîtalîst ti carî guh nadin daxwazên gel ên azadiyê. Jixwe tişta ku herî zêde li dijî wê disekine jî azadiya civakî ye. Lewma li şûna azadiya civakî, azadiya şexsî derdixe pêş, yanî dibêje “civak nebe jî tu dikarî azad bijî”.  Ferdê ji civakbûna xwe jî qut dibe koleyekî “mordern” ê pergala kapîslît.

Li gor vê têgehê dewletên Rojavayî nêzî mijarê dibin. Welatên kapîtalîst Pergala Neteweya Demokratîk a ku îro li Bakur û Rojavayê Sûriyeyê hatiye avakirin ji bo xwe tehdît dibînin. Lewma ji bo lewazkirina vê pergalê çavan ji êrîşên dagirkeriyê re digrin. Li dijî van êrîşên li ser ax û nirxên gel pêş dikevin rola sereke ya gelê herêmê ye. Hêza civakî hêza herî bi bandor e. Şoreşên li seranserî cîhanê çêbûne vê rastiyê radixin ber çavan. Weke me li jor jî got. Pergala kapîtalîst ji bo vê civakê belav bike û ji holê rabike di nava civakê de têgeha takekesî bi pêş dixe. Ji ber ku ew jî di ferqa hêza civakê de ye ku çiqas xurt e. Lewma ger ev hêza civakê li dijî êrîşên li ser nirxên wê bi pêş dikevin têkeve dewrê dikare bibe çeka herî bihêz. A girîng rêxistinkirina vê hêzê ye. Rêber Apo ji bo rêxistinkirina vê hêzê perspektîfa Şerê Gelê Şoreşgerî bi pêş xist. Di perspektîfa Gelê Şoreşgerî de parastina nirxên resen ên civakê hene. Lewma ji derveyî civakê ti hêz nikare van nirxan biparêze. Ji bo paratina van jî divê civak li ser têgeha parastin û xwedîderketina azadî, xwebûn û nirxên xwe bê rêxistinkirin. Ez di wê baweriyê de me ku civaka li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di van 11 salên derbasbûyî de gelek tecrûbeyên baş derxistin holê. Bi taybet jî piştî dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê rastiya ku derket divê baş analîz kiribe û li gor wê xwe bi rêxistin kiribe.

Çi dibe bila bibe, çi êrîş dibin bila bibin, ger gel xwe li ser xeta rast û bi perspektîfeke xurt rêxistin kiribe wê bikaribe li dijî van êrîşan serkeftî be. Minaka vê li cîhanê heye. Gelê ku li dijî dagirkeran bi hêza xwe ya cewherî û civakî têkoşiyane rê nedane dagirkeran û li hebûna xwe xwedî derketine.

Ez di wê baweriyê de me ku civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî vê kevneşopiyê ye ku bikaribe li dijî her cure êrîşê bi perspektîfa Şerê Gelê Şoreşgerî tevbigere û xwedî li hebûna xwe derkeve. Encax bi vê perspektîfê gel dikare li şoreş û nirxên xwe xwedî derkeve.