15 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

775 parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin

Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), tekildarî qedexekirina hevdîtina parêzeran a bi Rêbere PKK Abdûllah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ku li Girtîgeha Tipa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliye ragirtîne li otelekê daxuyanî dan. Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, Hevserokê Federasyona Komeleyên Alîkarî û Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Zekî Baran, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û Şaxên OHD’ê yên Riha, Amed, Wan, Mêrsîn, Colemêrg, Êlih û Mêrdîn tev li daxuyaniyê bûn. 
Daxuyanî rêvebera OHD’ê Ekin Yeter xwend. Yeter, diyar kir ku Rêberê PKK Abdûllah Ocalan re ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve ji Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar re jî ji sala 2015’an ve tu agahî naye standin û wiha got: “Piştî 25’ê Adara 2021’an bi tu awayî ji Îmraliyê agahî nayên girtin. 15 meh in  hemû mafên wan ên bingehîn tên binpêkirin, ev jî îşkence ye. Divê mafê hiqûqê pêk were û hevdîtin çêbin û ev tecrîd jî bi dawî bibe. Li ser vê yekê serokê baroyan û nûneren sazîyan jî di nav de 775 parêzeran ji bo hevdîtinê di navbera 10’ê û 17’ê Hezîranê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsaye dan.”
Pişt re Hevserokê Giştî yê OHD’ê parêzer Bunyamin Şeker axivî. Şeker, anî ziman ku bi hincetên cûda cûda hevdîtina parêzeran li Îmraliye tê qedexekirin û ev tişt gotin: “Demeke dirêje hevdîtin qedexe ne. Di sala 2019’an de piştî gireva birçîbûne, 5 caran hevdîtin çebûn. Ya herî dawî di Adara 2021’an de bi telefonê hevdîtin çebûbû. 2 sal in ji Girtîgeha Îmraliye tu agahî nayên. Tecrîd, dijî hiqûqa nawneteweyî ye. Di xala 59’an a qanûna dewlete de dibejê ku heke di hevdîtina parêzer de tiştekî ku ji aliye rêxistinê derkeve der, wê demê derheqê wî parêzerî de qedexekirin dibe lê qedexekirina giştî dijî qanûn e. Dadgeha Înfazê ya Bursayê vê xalê pêk nayîne. Saleke ku em wek parêzer, rêxistinên sivîl li ser vê bê hiqûqiyê xebatên xwe dimeşînin. Me serî li CPT’iyê da lê hê tiştek derneketiye holê ev pevajo jî didome.”
Şeker, bi bîr xist ku di 8’ê Adarê 2022’an de ji bo hevdîtine serî li Wezareta Dadê dabûn û got: “Lê heta niha ne erenî ne jî neyînî tu bersivek ji me re nehatiye. Di meha Nîsane de jî bi pêşengtiya OHD’ê, gelek rêxistin û saziyên sivîl serledan kirin. Niha jî 775 parêzeran ji bo hevdîtine serledan kir.  Li Ewropayê jî gelek saziyan piştgirî dan me û serledan kirin, lê Wezareta Edaletê bê hiqûqiye berdewam dike. Em banga xwe nû dikin, bila astengiyên li hemberî hevdîtinê bê rakirin. Birêz Abdûllah Ocalan û 3 girtîyên din bila bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bikin.”
Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan jî anî ziman ku qedexekirina hevdîtinê dijî hiqûqê ye û wiha got: “Em piştgiriye didin serledanên 775 parêzeran. Em wek sazî dibêjin ku tecrîd nayê qebûl kirin. Banga me ew e ku bila parêzer û malbat hevdîtinê bikin. Divê edî qedexekirina keyfî bê rakirin. Kesekî ku nikaribe bi parêzere xwe re hevdîtin bike çawa dibe ku cezayê hevdîtinê lê tê birin. Em hevî dikin ku Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê serledanan qebûl bike û gavekê biavêje. Ji bo çareseriya pirsgireka kurd divê tecrîd bê rakirin.”
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî di destpêka axaftina xwe de binçavkirinên rojnamegêran şermezar kir. Eren, derbare tecrîdê de jî dazanîn ku di 24’ê Mijdarê de ji bo hevdîtine serledan kirine û wiha axivî: “Me jî di 26’ê Mijdarê de serî li Wezareta Dadê da û xwest ku parêzer û malbat hevdîtinê bikin. Lê ji her dû serledanan re jî bersiv nedan. Tiştê em dixwazin mafê me yê hiqûqî ye. Mafê her girtî heye ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike. Em wek Baroya Amedê ji bo hevdîtine li cem malbatan e.”
Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Zekî Baran jî tekildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Serlêdana 775 parêzeran girîng e. Qasî ku aliye tecrîdê yê hiqûqî heye ewqas yê civakî jî heye. Dema bi Ocalan re hevdîtin çedibin, em dibinin ku rewşek çawa derdikeve holê. Ji ber wê jî serlêdanên 775 parêzeran girîng e. Di 12’ê Hezîranê de jî dê çalakiya Meşa Gemlîke bê li darxistin.  Divê hemû civak xwedî li çalakiyê derkevin. Aştî û azadî bi xwe nayê ser vê axê, divê ji bo ku were em kêd û tekoşîne bidin. Divê herkes ji milê mirovahiye ve li tecrîdê binêre. Em di wê baweriyê de ne ku wê gelek pirsgirek, bi dawî bûna tecrîdê çareser bibin.”