3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamegerên jin: MKGP navnîşanek girîng a piştevaniyê ye

Rojnamegerên jin diyar kirin ku MKGP ji bo qada têkoşînê ya di navbera rojnamegerên jin de piştevaniyê xurt dike xwedî rolek girîng e û gotin: “Kedek mezin a rojnamegerên jin ên kurd heye ku zimanê mêrane guhertin.”

Rojname, ajans û televîzyon bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibûn girtin. Rojnamegerên jin ên di wan rojname, ajans û televîzyonan de dixebitîn, ji bo qada têkoşîn û xwerêxistinkirinê di 3’ê gulana 2017’an de Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya (MKGP) ava kirin. Platform 6 sal li pey xwe dihêle û ew bêtir piştevaniyê esas digire. Li dijî her cure sepanên antî demokratîk radibe û dixwaze van sepan werin dîtin. Ji dema avakirina Platformê heta niha gelek endamên wê hatin binçavkirin, doz li wan hatin vekirin û darizandin. Niha jî 18 endamên Platformê girtî ne.  Rojnamegerên jin ên li Stenbolê têkildarî platformê û piştevaniyê axivîn.

‘Qada hilmgirtinê ye’ 

Edîtora Ekmek û Gul Elîf Ekîn Saltik ji nûçegihana ajansa Mezopotamyayê Esra Solîn Dal re axivî û diyar kir ku MKGP ji bo di navbera rojnamegerên jin de piştevaniyê pêk bîne qadek girîng a têkoşînê ye û li qadek ku serweriya zilam heye ji bo rojnamegerên jin hilmê hildin qadek girîng e. Saltik bal kişand ser xebatên Platformê ku di objektîfa wê de nûçevaniya jinan heye û got: “Li kî dera Tirkiyeyê dibe bila bibe, rojnamegerên jin tên cem hev, ezmûnên xwe ji hev re dibêjin, di atolyeyan û perwerdehiyê de tên cem hev. Ev yek jî bo rojnamegerên jin gelek girîng e.”

Guhertina zimanê mêran e

Saltik destnîşan kir ku bi hatina îktidara AKP’ê er zextên li dijî çapemeniyê zêde bûn û wiha axivî: “Di şert û mercên Tirkiyeyê yên heyî de rojnamegerî gelek zor e. Lê dema mirov rojnamegerek jin be hin bêtir ew şert zor dibin. Dema em li qadê diçin nûçeyan hem bi tacîza çavkaniyên nûçeyan hem jî bi tundiya polîsan re rûbirû dimînin. Lê tevî van hemûyan jî rojnamegerên jin paşve gav navêjin û ji bo guhertin û veguhertina qada medyayê dixebitin. Di vê çarçoveyê de JINNEWS, Jin Tv, Ekmek û Gul ango platformên din, ji bo guhertina qada mêrane ya medyayê dest bi guhertinê û veguhertinê kirin. MKGP dem bi deman têkildarî binpêkirinên mafan daxuyanî dide û ji bo rojnamegerên jin xebatan dike, ev ji bo me gelek girîng e. Jin xwedî gotin in û dengê jinan belav dike.”

Êrîşên li ser çapemeniya azad

Saltik da zanîn ku di demên dawî de li ser nûçegihanên JINNEWS û Ajansa Mezopotamya (MA) operasyonên binçavkirin û girtinan pêk tên û rojnameger tenê ji ber nûçe û bernameyên çêdikin tên girtin. Saltik anî ziman ku nexasim tê xwestin ku rojnamegerên jin serê xwe bitewînin û vê bangê kir: “Çi dikin jî lê hevalên me serê xwe natewînin. Tevî ewqas polîtîkayên tundî û zextan jî em hewl didin vî zimanê mêrane yê medyayê biguherînin. Ji ber vê yekê li her qadên ku rojnamegerên jin hene, em bang li wan dikin ku daxilî platforman bibin û piştevaniyê xurt bikin.”

Rola rojnamegerên jin ên kurd

Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Elîf Baybûrt jî bi bîr xist ku zextên li ser çapemeniya kurd zêde bûne û wiha got: “Îktidar zextan li rojnamegeran ku alîgirên gel in dike. Ev rejîma ku zextan dike ne bi îktidara AKP’ê hatiye, ev kevneşopiya dewletê ya sedsalî ye. Her rojnamegerê ku balê dikişîne ser pirsgirêka kurd, di hedefê de ye. Rejîm dijminatiya kurdan dike û karaktera mêrane dixe dewrê. Ji berk u rojnamegerên jin karaktera dewletê ya li dijî kurdan û jinan teşhîr dike, di hedefê de ne. Yên ku herî baş vê heqîqetê didin nîşandan jî rojnamegerên jin ên kurd in. Di vê heyamê de rojnamegerên jin ên kurd ku bir ola xwe radibin ji bo kevneşopiya çapemeniya azad hêja û xweser e û ew mifteya vî karî ne.”

Nagihan Akarsel û Gurbet Alî Ersoz

Baybûrt diyar kir ku rojnamegerên jin ên kurd feydeyê didin medya muxalîf û got: “Divê mirov Nagihan Akarsel ku di cotmeha par de bi êrişek sûîqastê de hat qetilkirin û Gurbetellî Ersoz bi bîr bîne. Li dijî zimanê mêrane ked û feydeyek wan mezin heye. JINNEWS, Jin TV ji bo Tirkiyeyê mînak in. Di vê çarçoveyê de kevneşopiya çapemeniya kurd xwedî rolek girîng e. Em gelek tiştan ji wan hîn dibin. Me gelek tiştan bi hev re parve kir. Ji bo ku zimanê mêrane were guhertin, rojnamegerên jin ên kurd xwedî rolek girîng in. Kes nikare vê kedê ji nedîtî ve were.”

‘Platform baweriyê dide me’

Nûçegihana Agence France-Press (AFP) Eylul Denîz Yaşar jî destnîşan kir ku dema ew dibêjin çapemeniya muxalîf ewilî rojnamegerên jin ên kurd tê bîra wan û wiha got: “MKGP ji bo cemaeta çapemeniyê gelek bi wate û nirx e. Ew mafê rojnamegerên jin diparêze. Xebat û têkoşîna wê ya di warê hiqûqî de jî baweriyê dide me. Ji bo rojnamegerên jin bi hev re pêwendiyê deynin û piştevaniya xwe xurt bikin, navnîşanek girîng e. Rojnamegerên jin ên kurd ji bo zimanê medyayê diyar bikin, MKGP bi rolek girîng radibe. Di vê xisûsê de divê em rojnamegerên jin ên kurd bi tenê nehêlin.”