spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo 1’ê Gulanê Taksîm hate dorpêçkirin

Li Stenbolê Qada Taksîmê ji ber 1’ê Gulanê hate qedexekirin. Hemû kolanên ber bi qadê ve diçin û Cadeya Îstîklalê jî bi bariyerên hesin hatine girtin.

Qada Taksîmê îsal jî li pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatiye qedexekirin lewma dê li Maltepeyê were pîrozkirin. Beriya 1’ê Gulanê Roja Yekitî, Piştevanî û Têkoşînê, Qada Taksîmê, derdora wê û Parka Geziyê bi bariyerên hesin hate girtin. Li hemû kolanên ber bi Taksîmê ve diçin polîs hatine bicihkirin û bi bariyeran hatin û çûn hatiye qedexekirin.

Riyên ku ji serê sibehê saet 06.00’an ve li trafîkê hatine girtin wiha ne: “Cadeya Siraselvîler, Cadeya Tak-i Zafer, Kolana Sadrî Alişik – Cadeya Atif Yilmaz, Kolana Baloyê – Cadeya Turnacibaşi, Kolana Zambakê, Kolana Meşelîk, Cadeya Yenîçarşi, Viraziyê Kumbaraci, Cadeya Asmali Mescît, Cadeya Meşrutiyetê, Cadeya Hamalbaşiyê, Cadeya Kamer Hatun, Cadeya Îlk Belediye, Kolana Ensîzê, Cadeya Înonû û Cadeya Mete.”

Riyên alternatîf

Li gel riyên ku dê di tevahiya rojê de ji trafîkê re girtî bin, her wiha ji bo ajokaran riyên alternatîf jî hatin diyarkirin. Ev rê jî wiha ne; Cadeya Refîk Saydam, Bûlwara Tarlabaşiyê, Cadeya Meclîs-î Mebusan, Cadeya Tersaneyê, Viraziyê Mebusanê, Cadeya Bogazkesen, Viraziyê Defterdar û Cadeya Kemeraltiyê.

Binçav kirin

Li aliyê din Endamên Platforma Yekîtiya Têkoşînê û Înşaat Îş û Enerjî Senê xwest bimeşin Taksîm a Stenbolê. Polîsan êrîş kirin û 2 kes binçav kirin.

Ji heman qadê karkeran xwestin careke din ber bi Qada Taksîmê ve bimeşin. Lê belê polîsan careke din êrîş kir û herî kêm 4 kes binçav kirin.