2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Rojnamegerên ku dê dev ji heqîqetê bernedin hene’

Rojnamegerên Mêrsînê bertek nîşanî zextên li ser çapemeniya kurd û girtina rojnamgeran dan û wiha gotin: “Heta ku heqîqet hebe dê rojnamegerên wê heqîqetê radigihînin jî her tim hebin.”

Di 25’ê nîsanê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 21 bajaran bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de hate girtin. Rojnameger, hiqûqnas, hunermend, siyasetmedar û sendîkavan jî di nav de bi giştî 128 kes hatin binçavkirin. Ji rojnamegerên hatin binçavkirin edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok, edîtora JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer, nûçegihanê ajansa me Mehmetşah Oruç û rojnameger Remzî Akkaya û Mîkaîl Barût bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Rojnamegerên Mêrsînê bertek nîşanî girtin û binçavkirina hempîşeyên xwe dan.

Rojnameger di hedefa desthilatê de ne

Ji Kadindan Haber’ê rojnameger Fatoş Sarikaya diyar kir ku ji demên berê heta niha rojnameger her tim dibin hedefa îktîdarê û wiha got: “Îktîdar ji ewil dixwaze dengê çapemeniyê qut bike ku rastiyê digihîne gel.  Ji ber ku her îktîdara li ser bingeheke qirêjî hatiye avakirin, ditirse ku rastiya wê derkeve holê. Rojnameger jî tevahiya karên wan ên qirêjî û zîhniyeta wan a rizî derdixînin holê lewma ev zext lê tê kirin. Li ji van zextan herî zêde çapemeniya kurd para xwe digire. Di nava salekê de cara 3’yemîne li dijî çapemeniya kurd operasyon tê kirin. Gelek hevalên me hatin girtin. Bêguman ev tiştekî rasthatî nîne. Li vî welatî kî bibe îktîdar jî her tim rojnamegerên di şertên herî giran de dixebitin, rojnamegerên kurd in. Ji ber ku bêdeng nabin, berxwedêr in û tevî hemû zextan jî serî natewînin û li pey heqîqetê digerin. Hem îktîdara AKP’ê û hem jî îktîdarên din ji vê mînaka rojnamegeriyê ditirsin. Lewma bi awayekî sîstematîk wan hedef digire.”

Klîşeya dewletê ya ‘endamtiya rêxistinê’

Di berdewamê de Sarikaya got ku rojnamegerên kurd bi têgeha “endamtiya rêxistinê” tên krîmînalîzekirin û wiha pê de çû: “Lewma jî ev têgehe veguheriye klîşeyekê. Rojnamegerên ku heqîqetê dinivîsin û ‘keyfa’ dewletê nexweş dikin, bi tawana ‘endamtiya rêxistinê’ krîmînalîze dikin. Bi bêdengkirina civakê re hewl didin rojnamegeran bi tenê bihêlin. Lê ev tawana tê kirin vala ye. Lewma tevî bi mehan jî îdianameya hevalên me amade nekirin. Di îdianameyê de jî tiştekî weke sûc were nîşandan tune ye. Divê hemû rojnameger li dijî van zextên îktîdarê piştevaniya hev bikin. Em vê piştevaniyê dikarin xwe li ser pêyan bigirin. Heta ku çapemeniya kurd azad nebe dê li vî welatî tu sazî û rojnameger azad nebin.”

‘Ji ber ku rastî digihandin gel bûn hedef’

Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Pîrê (PÎRHA) Dîren Keser jî îktîdar ji rastiya rojnameger derdixînin holê ditirse û ev tişt anî ziman: “Lewma ev girtin surprîz nebûn. Armanca hemû rojnamegerên hatine girtin, ragihandina heqîqetê bû. Abdurrahman Gok bi wêneyên Kemal Kurkut êdî bû rojnamegerekî cîhanî. Ji ber ku ev heqîqet parve kir, her tim rastî zext û dozan hat. Li şûna ku Gok were xelatkirin, hate girtin. Hevalê me Ahmet Kanbal jî tarîtiya 30 salan a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê derxist holê. Lewma hate binçavkirin. Her wiha Bêrîtan Canozer jî rojnamegeriya jinan derxist pêş. Ji ber ku hevalên me heqîqet derxistin holê lewma bûn hedef û hatin girtin. Divê hemû rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran û rojnameger bertekê nîşanî van girtinan bidin. Divê li cem rojnamegeran cih bigirin û piştevaniyeke xurt bidin. Ji ber ku parastina rojnamegeriyê, parastina Abdurrahman, Ahmet û Mehmetşah e. Em van girtinan şermezar dikin lê tenê bi vê bisînor namînin. Em ê dengê wan ragihînin. Heta ku heqîqet hebe, dê rojnamegerên wê heqîqetê radigihînin jî hebin.”

‘Tu kes nikare çapemeniya azad bêdeng bike’

Rojnameger Îsmaîl Altan jî got ku pêvajoya zext û sansûrê yên li ser çapemenî û rojnamegeran bi pêvajoya Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê re dest pê kiriye û ev tişt anî ziman: “Ev pêvajoya bi îktîdadra AKP-MHP’ê re dom kir. Lewma operasyona li dijî rojnamegeran, operasyoneke siyasî ye. Girtina wan, derhiqûqî ne. Di xala sereke ya Destûra Bingehîn de gotina ‘çapemenî azad e, nayê sansûrkirin’ heye. Tevî vê jî polîtîkayên girtin û bêdengkirinê yên li dijî rojnamegeriya rasteqîn didomin. Tenê yek kes jî ji Çapemeniya Azad bimîne dê rojnamegeriya rasteqîn bêdeng nebe. Tu kes nikare Çapemeniya Azad bêdeng bike û asteng bike.”

MA / Îbrahîm Irmak