3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Têkçûna AKP’ê dê bandoreke erênî li Sûriyeyê bike’

Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah, der barê êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê pêk tên de wiha got: “Dixwazin van hemû êrişan bixin xizmeta propagandaya hilbijartinê”

Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 21 bajaran der barê 216 kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Ji van kesan 144 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên binçavkirî 41 kes hatin girtin. Îro serê sibê jî ji bi hinceta lêpirsîneke navenda wê li Enqereyê hatiye destpêkirin polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinan gelek kes hatin binçavkirin. Li gel binçavkirin û girtinan jî li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî êrîş didomin.

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah, derbarê êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, qirkirina siyasî li Bakurê Kurdistanê yên beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê pêk tên, ji ANHA’yê rê nirxand.

‘Kûrkirina aloziyê ye’

Asya, diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên li ser herêmê re dixwaze propagandaya hilbijartinê bike ku dengan bigire ku beriya hilbijartinan hewl didin pêla şer zêde bikin û wiha domand: “Yek ji sedema aloziya Sûriyeyê dewleta Tirk e. Niha jî van êrîşan li ser herêmên me zêde dike û li herêmên dagirkirî sûcan zêde dikin. Dixwazin van hemû êrîşan bixin xizmeta propagandaya hilbijartinê ku dengan bigirin. Ji ber ku propagandaya wan li ser şer, qirkirin, înkar, kûrkirina aloziyê ye. Ji bo wê jî di dema hilbijartinan de dixwazin pêla şer, êrîş û faşîzmê zêdetir bikin.”

‘Hewl dide pêşiya têkçûna xwe bigire’

Asya, xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk, tevger û rêxistinên jinan, Gelê Kurd û civaka aştîxwaz û yên li qadan amadekariya hilbijartinan dikin, silav kir. Der barê qirkirina siyasî ya li Bakurê Kurdistanê de ku nêzî 200 kes hatine binçavkirin, Asya Ebdullah da zanîn ku ev encama tirsa pêşdîtina hilbijartinê ye û got: “Ji hêza siyasî, sazî, rêxistinên demokratîk, jinan, civaka kurd, civaka ku îro dixwaze li Tirkiyeyê guhertin çêbe û faşîzm bi dawî bibe, ditirse. Bi van operasyonên qirkirina siyasî, çandî û li dijî jinan hewl dide pêşiya têkçûna xwe bigire û desthilata xwe biparêze. Dibe ku ji bo wê rêbazên cudatir jî bi kar bîne.”

‘Serkeftina hilbijartinê serkeftina gelan e’

“Serkeftina di hilbijartinan de dê bandoreke erênî li tevahî krîza Sûriyeyê bike” bi van gotinan Asya bal kişand ser girîngiya xebatên hilbijartinan û wiha axivî: “Têkçûna faşîzma AKP/MHP tifaqa Gelê Kurd û gelan, hêzên demokratîk û jinan gelekî girîng e. Ev berxwedana ku tê meşandin dê 14’ê Gulanê serkeftineke mezin li dijî faşîzmê bi dest bixe. Ew desthilatdarî bi hêza gel, têkoşîn û tifaqa gelan dê têk here. Ev ê bandore li tevahî herêmê, bi taybet jî aloziya Sûriyeyê, bike. Ji bo wê jî serkeftina di hilbijartinan de li dijî faşîzmê serkeftina hêzên demokratîk û gelan e.”

‘Guh nedin propagandayên Erdogan’

Asya, bang li welatiyên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê mafê bikaranîna dengdayînê bi dest xistine, kir: “Welatiyên Sûriyeyê yên îro li Tirkiyeyê dijîn divê rastiya dewleta Tirk baş bibînin. Yên ew koçber kirin, herêmên wan dagir kirin, dewleta Tirk e. Heta ku dewleta Tirk li Sûriyeyê be dê nehele aştî û aramî çêbe. Gelê me yê ji Sûriyeyê li Tirkiyeyê dijî ji bo Sûriyeyê neyê parçekirin, hemû koçber bi aramî vegerin warên xwe, bi rûmet bijîn, ji bo nebin aliyên şer û dagirkeriyê divê piştgirî û dengên xwe nedin desthilatê. Guh nedin propagandayên Erdogan. Ji bo çareseriya siyasî li Sûriyeyê divê ev desthilatdarî têk here. Têkçûna desthilatdariyê ji bo gelê Sûriyeyê jî dê serkeftineke mezin be.”