spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Êlihê banga 1’ê Gulanê

Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê Denîz Topkan têkildarî şahiya 1’ê Gulanê dê li Êlihê were pîrozkirin got: “Em li dijî polîtîkayên îktidarê ku dijminê kedê ne, qadan tije bikin.”

Pîrozbahiya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li bajarên bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê di erefeya hilbijartinên 14’ê Gulanê de tê pêşwazîkirin. Yek ji van bajarên dê 1’ê Gulanê lê bê pîrozkirin, Êlih e. Mitînga 1’ê Gulanê dê li Parka Jinan a 8’ê Adarê bê lidarxistin. Dê karker û kedkar li ber Dibistana Mîllî Egîtîm Vakfi saet di 11’an de kom bibin û bi kortejê heta qada mitîngê bimeşin. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir wek axiver tev li bibin. Hunermend Egîd Işik û Kolektîfa Rîtmên Azad jî derkevin ser dikê û bistrên.

Ew ê ji bo cîhanek xweş û azad li qadan bin

Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê Denîz Topkan diyar kir ku ew di heyamek pir dîrokî de 1’ê Gulana îsal pêşwazî dikin. Topkan da zanîn ku tevî hemû zextan jî têkoşîna edaletê, aştî û wekheviyê ya gel li ser pêya ye. Topkan anî ziman ku ew ê ji bo cîhanek xweş û azad li qadan bin û dê daxwazên xwe û hêviyên xwe li qadên 1’ê Gulanê qîr bikin. Topkan anî ziman ku dê qadên 1’ê Gulanê bibin destpêkek û ew ê qadan tije bikin û ew xwediyên vî welatî yên rasteqîn in û ji bo pergalek civakî ya bi edalet têbikoşin. Topkan diyar kir ku mitînga îsal gelek girîng e û got: “Werin em qadan tije bikin û cih lê nehêlin. Werin em li dijî polîtîkayên îktidarê yên dijminatiya kedê rabin û bersiva wan bidin.”