3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xelkê Mêrsinê dê di 1’ê Gulanê de li qadan bin

Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Mêrsînê Mahmût Sumbul got ku ji ber hilbijartinê, girîngiya 1’ê Gulana îsal hêj zêdetir bûye û da zanîn ku dê tevî hêzên aştîxwaz û demokrasîhez li qadan bin.

Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê dê 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bi girseyî bê pîrozkirin. Yek ji bajarên ku dê 1’ê Gulanê bi girseyî lê were pîrozkirin jî Mêrsîn e. Pîrozbahî dê bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê were lidarxistin. Platform dê saet di 10.30’an de li pêşiya Stadyûma Tevfîk Gur a Kevin kom bibe û heta Qada Cumhuriyetê bimeşe û mitîngê li dar bixe.

‘Li qadê mil bidin milê me’

Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Mêrsînê Mahmût Sumbul got ku 1’ê Gulana îsal ji ber hilbijartinên îsal hêj girîngtir bûye û ev tişt anî ziman: “Em dikevin pêvajoya hilbijartinê û di demeke ku mafên kedê ewqas tên xwarin û pariyê nanê me biçûktir bûyî de 1’ê Gulanê ji her demê bêhtir girîng dibe. Heta ku rewşeke demokratîk nebe, mimkin nîne u em bikarin xwedî li keda xwe derkevin. Lewma em kedkar di nava hewldanên mezin de ne ku komar di vê sedsalê de veguhere komareke demokratîk. Dê hemû hêzên aştîxwaz û demokrasîhez di qada 1’ê Gulanê bin. Dê daxwazên xwe yên ji bo ked, aştî û jiyaneke mirovane bînin ziman. Banga me ji bo tevahiya gelên me ew e ku li qadê mil bidin milê me. Em tevahiya gelên xwe ji bo yekitî, piştevanî û yekitiya hêzê vedixwînin qada 1’ê Gulanê.”

‘1’ê Gulanê berhema têkoşînê ye’

Hevberdevka Partiya Çepê Kesk a Mêrsînê Burcu Acar jî ya ku 1’ê Gulanan diyar dike pêvajoyê tê de dijîn in û wiha got: “Ya ku vê 1’ê Gulanê diyar dike jî rejîma yekzilamî ye ku welatê me tê hefs bûye. Lewma 1’ê Gulana îsal dê bibe bingeha yekitî, berxwedan û piştevaniya li dijî rejîma yekzilamî. Banga me ji bo hemû karker û kedkaran ew e ku li dijî keda wan a tê xwarin, di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de têkoşîna xwe bidomînin. Em dixwazin ji 1’ê Gulanê heta 14’ê Gulanê bingeha piştevaniyê hêj xurtir bikin.”

1’ê Gulana îsal cuda ye

Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz jî anî ziman ku Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo 1’ê Gulanê hemû amadekariyên xwe temam kirine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wateya 1’ê Gulana îsal ji yên serdemên din cuda ye. Îktîdara AKP-MHP’ê ku hêza herêmî ya pergala kapîtalîst e, civak di nava krîza aborî de fetisandiye. Lewma ev 1’ê Gulan ji yên din cudatir e. Kete erefeya serdema ku em ê îktîdara faşîst hilweşînin. Banga me ji bo hemû kedkaran ew e ku di 1’ê Gulanê de bi korteja Tifaqa Ked û Azadiyê dakevin qadan.”