7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşê Dayikên Şemiyê kirin

Dayikên Şemiyê ku xwestin li qadê daxuyaniyê bidin rastî êrişa polîsan hatin û hatin binçavkirin.

Dayikên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina faîlên wan, her hefteyê çalakiyê li dar dixin. Çalakiya Dayikên Şemiyê di hefteya 944’an de jî berdewam kir. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo qedexeya li ser Qada Galatasarê biryara “binpêkirinê” dabû. Dayikên Şemiyê û parastvanên mafên mirovan jî xwestin daxuyaniya xwe li Qada Galatasarayê bidin lê dîsa hatin astengkirin û rastî êrişa polîsan hatin.

Polîsan nehiştin dayik û kesên pê re nêzî Qada Galatasarayê bibin û dorpêç kirin. Gelek polîs li qadê hatibûn bicihkirin û êrişî çalakvanan hate kirin. Di encama êrişê de Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî û rêveberên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) jî di nav de bi giştî 10 kes hatin binçavkirin.