2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Lozanê pêşangeha ‘2+2=KRDSTN’

Pêşangeha '2+2=KRDSTN' ku berhemên 4 parçeyên Kurdistan û hunermendên ewropî tê de hatine pêşandan.

Konferans, panel, çalakiyên hunerî û çandî yên ku di Mijdara sala borî de ji aliyê ‘Komîteya Bîranîna Salvegera 100’emîn a Lozanê’ (Lozan 2023) ve hatibûn destpêkirin, dewam dikin. Di çarçoveya van çalakiyan de vekirina pêşangeha ‘2+2=KRDSTN’ ku tê de berhemên hunermendên ji 4 parçeyên Kurdistan û ewropî yên di warên cuda (vîdyo, performans, wêne, sazkirin, resim) de li bajarê Lozanê yê Swîsreyê hate lidarxistin.

Di vekirina pêşangeha ku li salona Forum d’Hotel de ville ya Lozanê hat pêşandan, tevî hunermendan, gelek siyasetmedar jî di nav de gelek welatiyên Swîsreyî û Kurdistanî amade bûn.

Endamê Meclîsa Şaredariya Lozanê Davît Payot ku di vekirinê de mafê axaftinê girt û spasiya hunermendên ku ji bo pêşengehê ked dane kir. Endama Meclîsa Şaredariya Lozanê Sevgî Koyuncu jî mafê axaftinê girt. Sevgî, bal kişand ser girîngiya lidarxistina pêşangeheke bi vî rengî ya li Lozanê û spasiya kesên li ber pêşangehê ked dane kir.

 ‘Encamên herî giran li ser Gelê Kurd bû’

Sevgî, her wiha spasiya Şaredariya Bajarê Lozanê jî kir ku piştgirî dane wan û wiha got, “Girîng e ku gelê Lozanê Peymana Lozanê bizanibe. Vê peymanê bi mîlyonan mirov ji derfetên jiyana azad a li ser xaka bav û kalên xwe bêpar hişt. Encamên herî giran ên vê peymanê li ser Gelê Kurd bû ku ez jî parçeyekî wê me. Ev peyman di nava 100 salan de bûye sedema mirina bi sedhezaran mirov û dagirkirina axên wan. Di vê wateyê de ev pêşangeh ji bo gelê Lozanê gelek girîng e ku encamên vê peymanê ji bo kurdan û kêmneteweyên din û daxwazên Kurdan ên îro bizanibe.”

Di vekirinê de Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç axivî û diyar kir ku ev pêşangeh di warê eşkerekirina kronolojiya komkujî û qirkirinên li 4 parçeyên Kurdistanê di encama Peymana Lozanê pêk hatî û berxwedana Gelê Kurd a li hemberî serdestan de gelekî girîng e.

Di vekirinê de Bariş Seyitvan, Serdar Mutlu û hunermendên din ên ku serperiştiya pêşangehê bûn bi axaftinên xwe bal kişandin ser wate û girîngiya pêşangehê.

Pêşangeha ku li salona Forum d’hotel de ville ya Lozanê hat vekirin dê heta 19’ê Gulanê ji ziyaretvanan re vekirî be. Di pêşangehê de ku ji aliyê Bariş Seyitvan û Serdar Mutlu ve tê birêvebirin, dê berhemên van hunermendên Osman Ehmed, Havîn El-Sindî, Havar Emînî, Vooria Aria, Khadija Baker, Savaş Boyraz, Wirya Budaghî, Tîmûr Çelîk, Salah Îbrahîmî, Serhat Ertuna, Jacopo Gallico, Fatoş Irwen, Eren Karakuş, Serpîl Odabaşi, Welîd Sîtî, Hito Steyerl û Leyla Toprak bên pêşkeşkirin.