spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê li şûna sûcdaran rojnameger tên darizandin

Rojnamevan Nilufer Hamedî û Elaha Muhammedî ku nûçeya qetilkirina Jîna Emînî ragihandibûn, di meha 9’emîn a girtinê de derketin pêşberî dadgehê.

Aktîvîsta kurd Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’yan de li Îranê hatibû qetilkirin. Rojnameger Nilufer Hamedî ewilî nûçeya qetilkirina Emînî ragihandibû. Rojnameger Elaha Muhammedî jî ewilî dirûşma “jin jiyan azadî” ya di merasîma cenazeyê Emînî de li tevahiya dinyayê belav bû kiribû nûçe. Her du rojnamevan jî 9 meh in girtî ne. Rojnamevan di meha 9’emîn de derketin pêşberî dadger.

Danişîna ewil a doza Elaha Muhammedî ku nûçegihana rojnameya Hamamihanê ye duh (29’ê gulanê) de li Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Îranê di bin serokatiya Abulqasem Salavatî de hat lidarxistin. Parêzer di danişînê de amade bû. Danişîn ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin. Parêzer Shahab Mirlohi da zanîn ku celseya ewil “erênî” derbas bûye û dîroka danişînek din nehatiye diyarkirin.

Doza Hamedî îro ye

Danişîna ewil a doza nûçegihana rojnameya Sharq Nilufer Hamedî jî îro li heman şaxê Dadgeha Şoreşê ya Tahranê hat lidarxistin. Hamedî rewşa Emînî ku radikin nexweşxaneyê dişopîne û wextê ku Emînî di komayê de bûye wêneyê wê belav kiriye.

Dê metirsiya bi darvekirinê re rû bi rû bimînin

Rejîmê di 8’ê mijdara 2022’yan de derbarê her du rojnamevan de ji tawanbariya “propagandaya li dijî dewletê û komploya dê ewlehiya neteweyî bixe talûkeyê” lêpirsîn dabû destpêkirin. Rojnamevan ji wê rojê ve girtî tên darizandin. Heke di encama danişînên du roj didomin de rojnamevan tawanbar bên dîtin dê metirsiya bi darvekirinê re rû bi rû bimînin.

Herî kêm 537 kes hatibûn qetilkirin

Jîna Emînî (22) ya ku di 13’ê îlonê de ji aliyê hêzên Îranê ve hat binçavkirin, ji ser hişê xwe diçe û radikin nexweşxaneyê. Emînî di 16’ê Îlonê de canê xwe ji dest dabû. Piştî ku Emînî jiyana xwe ji dest da li seranserî rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandanan dest pê kiribû. Di xwepêşandanan de 48 jin û 68 zarok jî di nav de herî kêm 537 kes hatibûn qetilkirin.