2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnews’ê der barê edîtorê xwe yê girtî de daxuyanî da

Ajansa Rojnewsê girtina edîtorê xwe Silêman Ehmed yê ku li deriyê sînor ê pêşxabûrê hate girtin şermezar kir, her wiha tometên asayîşa PDK'ê red kirin û got: "Divê Silêman Ehmed di zûtirîn demê de bê berdan"

Desteya Rêveber a Rojnewsê têkildarî girtina edîtorê xwe Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve daxuyaniyek weşand û xwest nûçegihanê wan tavilê bê berdan.

Daxuyaniya Desteya Rêveber a Rojnewsê bi vî rengî ye:

“Piştî 6 rojan ji revandin û windakirina edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed, Asayişa Duhokê ya PDK’ê bi tometbariyên nerast, berevajîkirî dixwaze wî jî weke Girtiyên Behdîdanê ceza bike. Em weke Rojnews hemû tometên Asayişa Duhokê bi tundî red dikin.

Di daxuyaniya Asayişa Duhokê ya PDK’ê ya ku têde tejî berevajîkirin, tiştên nerast hene û dibêje ku qaşo revandina rojnamevan û edîtorê beşa erebî ya ajansa me tu têkiliya xwe bi karê rojnameveniyê ve tuneye, ew ji ber karên veşartî, neyasayî û herwiha hatin û çûyînê ji bo karê PKK’ê dike, hatiye girtin. Herwiha di daxuyaniyê de li ser tometbariyên pûç, vala û nerast gefa girtin û cezakirinê li rojnamevan Silêman Ehmed tê kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şeş roj in rojnamevan û edîtorê beşa erebî Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û heta niha tu agahî  der barê wî de nehatine girtin.

Silêman Ehmed ji Rojavayê Kurdistanê ye û ev 5 salin li Başûrê Kurdistanê dijî. Roja 1’ê Cotmehê bi fermî çû Rojavayê Kurdistanê ji bo ku beşdarî merasîma cenazeyê bavê xwe bibe û serdana malbata xwe bike. Piştî ku vegeriya Başûrê Kurdistanê, di deriyê Pêşxabûr yê dikeve di navbera Başûrê Kurdistan-Rojavayê Kurdistanê ku di bin kontrola PDK’ê de ye, ji aliyê hêzên PDK’ê ve bêyî ku sedemek yê wan yê yasayî hebe û bêyî daxuyaniyekê li ser bidin, hatiye revandin û ji wê demê ve têkiliya wî bi me û malbata xwe re qut bûye.

Em weke Ajansa Rojnewsê, tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û şermezar dikin. Em weke hewldaneke tirsonek li dijî dengê azad yê rojnamevan Silêman Ehmed û hemû rojnamevanên azad dibînin. PDK dixwaze vê dozê jî weke doza Girtiyên Behdînanê gel û raya giştî bixapîne û bi tawanên nerewa cezayê girtîgehê yê giran li rojnamevan Silêman Ehmed bibire.

Em weke ajansa Rojnewsê vê kiryarê şermezar dikin û daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan. PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirse.”