28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Togûç: Dixwazin dengê Ocalan qut bikin

Parlamenterê DEP’ê yê berê Nîzamettîn Togûç, diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê ji statuya kurdan ditirsin got: “Bi tecrîdê dixwazin rêbertiyê û gel ji hev qut bikin. Lê gel ji felsefeya birêz Ocalan bawer kiriye.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha di tecrîda giran de tê girtin. Li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim jî di tecrîdê de ne. Dozgerî destûrê nade ku parêzer û malbat biçin Îmraliyê. 31 mehin bi hinceta “Cezayê disiplînê” destûr nadin ku parêzer û malbat biçin li Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin. Bi tu awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Parêzer her hefteyê 2 caran ji bo biçin îmraliyê serî li dozgeriyê didin. Parlamenterê DEP’ê yê Êlihê yê berê Nîzamettîn Togûç, der barê tecrîdkirina Abdullah Ocalan de ji rojnameya me re axivî.

Siyasetmedar Nîzamettîn Togûç, diyar kir ku hikûmeta tirk li gor qanûnên navdewletî tevnagere û wiha got: “Tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan ne li gorî qanûnên navneteweyî ye. Dewleta tirk li gorî peymanên navneteweyî tev nagere. AGÎT, Konseya Ewropayê, meclisa parlamenteran, CPT’î, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME)  û şertê Parîsê jî girêdayê AGÎT’ê ye. Tirkiye yek peymanê jî pêk nîne. Dema ku dinya du enî bû, Eniya Warşova û NATO hebûn. Wê demê dîsa jî dema ku ji Amerîkayê aciz dibûn berê xwe didan Rûsyayê. Dema ku ji Rûsya yê jî aciz dibûn berê xwe didan Amerîkayê. Vê politikaya xwe hê jî dimeşînin. Niha dîsa jî dinya bûye du enî. Aliyek Rûsya, Tirkiye û Îran e. Aliyê din jî Amarîka û Yekîtiya Ewropayê (YE) ye.”

Ji statuya kurdan ditirsin

Togûç, bal kişand ser fikr û ramanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Dixwazin bi hevsengiyê bilîzin. Bi salan e ku xwe bi NATO’yê ve girêdane êdî ev şansê wan a dawî ye. Êdî nikarin xwe ji NATO’yê biqetînin. Bi tecrîdê armanc dikin ku rêberê gelê kurd ji gel qut bikin. Tirsa Tirkiye û hêzên navdewletî ya mezin ew e ku kêşeya kurd çareser bibe. Ji statuya kurdan ditirsin. Dixwazin têkoşîna kurdan têk bibin. Lê ji ber ku rêberê gelê kurd felsefeyekê xurt ava kiriye, nikarin gelê kurd têk bibin. Gel ji vê felsefeyê bawer kir û xist meriyetê. Kurd heta azadiyê dê di şopa vê felsefeye di bin.”

Berxwedaneke mezin divê

Togûç, daxuyand ku tişta dewleta tirk dike dijmirovî ye û wiha lê zêde kir: “Ew gelekî ji fikr û ramanên birêz Ocalan ditirsin. Ji ber ku birêz Ocalan kesekî aştîxwaz e. Rêber Ocalan rêya aştiyê hilbijart. Ji bo wê ji wî ditirsin û dikin hedefa xwe. Birêz Ocalan got ‘Ez aştiyeke mayînde dixwazim.’  Weke ku em dizanin di sala 2013’an de pêvajoyek hate destpêkirin. Lê Serokkomar Erdogan ev pêvajo bi dawî kir. Tecrîda li Îmraliyê sûcê mirovahiyê ye. Armanca me ya mezin ew e ku rojek beriya rojek tecrîd bi dawî bibe. Li gorî zagonên DMME’yê kesek herî zêde 25 salan dikare li zindanê girtî bimîne. Hêviya me ya mezin azadiya fizikî ya Ocalan e. Birêz Ocalan li girtîgehê têkoşîneke mezin dimeşîne.”

CPT di xizmeta dewletan de ye

Togûç, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku CPT li gorî berjewendiyên dewletan tevdigere û wiha bilêv kir: “Yekane armanca pergalê tunekirina gelê kurd e. Lê ew çi dikin bila bikin ew ê bi ser nekevin. Gelê kurd li ser piya ye û ew ê heta dawiyê li doza xwe xwedî derbikevin. Li cîhanê giştî jî tu saziyeke serbixwe tune ye. Bi tenê saziyeke serbixwe heye. Ew jî saziya efûyê ya navdewletî ye. Gotiye ‘ez ji partiyên siyasî û jî dewletan tu alîkarî naxwazim’. Yekî ku aboriya wî ne azad be ew bixwe jî ne azade. CPT jî qaşo girêdayê konseya Ewropayê ye. Peywira wê ye dema biçe bi kesekî re hevdîtin bike dibê tiştekî bibêje. Nêzîkî sê salan e tu agahî ji birêz Ocalan nayê girtin. Pêwist e ku CPT agahiyan bide. Ji ber ku ew jî girêdayê Konseya Ewropayê ye. Ne serbixwe ye û nikare tu tiştekî bibêje. Dostaniya dewletan li ser berjewendiyê pêş dikeve. CPT jî sûcek mezin dike. Ew jî li gorî berjewendiyên dewletan tevdigere.”

Hewl didin tirsê ava bikin     

Togûç, herî dawî anî ziman ku li Ewropayê bertekên gelê kurd gelek baş in û ev tişt got: “Li rojavayê Kurdistanê jî heman tişt tê kirin. Lê mixabin li bakurê Kurdistanê bertekek wisa bi dil tune ye. Ji ber zext û tundiya desthilata AKP-MHP’ê civak nikare deng û bertekên xwe bilind bike. Her roj wan bi tirsê tehdît dikin. Li Bakur di salên dawî de têkoşîna gelê kurd gelek lewaz bûye. Cihê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dilê her kurdên welat parêz de heye. Em dizanin ku 50 kesan ji bo wî bedena xwe şewitand.”