18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûniştina yekemîn a danişîna 41’emîn a Doza Kobanê berdewam dike

Danişîna Doza Kobanê ku 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, berdewam dike. Danişîn bi parastina Gunay Kubîlay berdewam kir

Rûniştina yekemîn a danişîna 41’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an li dar xistine, tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Girtiyên siyasî Ayla Akata Ata, Sebahat Tuncel, Aynûr Aşan, Zeynep Karaman, Zeynep Olbecî, Meryem Adibellî, Alp Altinors, Alî Urkut, Gunay Kubîlay û Bulent Parmaksiz li eywana danişînê amade bûn. Dîlek Yagli jî ji Girtîgeha Sîncanê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.

Danişîn bi parastina Gunay Kubîlay berdewam kir. Kubîlay li ser naveroka dozê sekinî û pergala darazê ya ku wan didarizîne rexne kir. Kubîlay destnîşan kir ku derd û kula dozger ne edalet e û ew li pey derdê ku hemû siyasetmedar ceza bigirin diçe û tê. Kubîlay carek din got ew hemû îdiayên li ser xwe red dike û banga MYK’a HDP’ê nabe ku bikin mijara tawanbariyê û tu bingehek vê tawanê nîne û daraz û desthilatdarî li ser maseyê muhendisiyê dike.

Piştî parastina Kubîlay, şandeya dadgehê navber da danişînê.