8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl banga beşdariya “Meşa Azadiyê” kirin

Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl banga beşdariya “Meşa Azadiyê” ya 18’ê Mijdarê ku ber bi Gemlikê ve bê lidarxstin kirin û gotin: “Divê astengiyên li pêşiya azadiya fizîkî ya Ocalan bên rakirin.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tîpa F’yê ya Ewlehiya Bilind girtî ye. 32 meh in agahî ji Ocalan û sê girtiyên li cem wî nayê girtin û “tecrîda dijwarkirî” didome. Serlêdanên malbat û parêzeran nayên qebûlkirin û tên redkirin. Ji bo agahî ji Ocalan bê girtin û bihîje azadiya xwe, bi pêşengiya HEDEP, DBP, HDP, TJA, MEBYA-DER û MED TUHAD-FED’ê dê di 18’ê mijdarê de “Meşa Azadiyê” ber bi navçeya Gemlîka Bûrsayê ve li dar bixin.

Aktîvîstên TJA’yê, rêveberên HEDEP, HDP, DBP, HDK, EGE-TUHAYDER, ANYAKAY-DER dê li Îzmîrê jî “Meşa Azadiyê” bê lidarxistin. Têkildarî meşê li avahiya HDP’a Îzmîrê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Li eywana civînê pankarta bi nivîsa “Bi rêbertiya azad ber bi rizgariya demokratîk ve” hat daliqandin.

‘Divê êdî Ocalan azad bibe’

Rêveberê HDP’a Îzmîrê Mahsum Koç di civînê de daxuyanî da û diyar kir ku deshtilatdariya AKP-MHP’ê bi desteka hêzên navneteweyî 25 sal in tecrîda girankirî li ser Ocalan dide meşandin û tecrîdê dijwartir kiriye. Koç anî ziman ku ev 33 mehên dawî ne jî Ocalan xistine nava tecrîd û îzolasyonek dijwar û ev li dijî pergala hiqûqê ye. Koç xwest dethilatdarî dest ji polîtîkayên tecrîdê berde û got: “Pêwîste hemû astengiyên li pêşiya azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bên rakirin. Divê ku bi lez û bez bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin.”

Banga bo meşê

Koç destnîşan kir ku ew li dijî siyaseta şer aştiyê û li dijî polîtîkaya tecrîdê jî azadiyê diparêzin û got: “Em dixwazin her kes beşdarî meşa me ya bi dirûşma ‘Bi rêbertiya azad ber bi rizgariya demokratîk’ ve bibe. Em hemû aliyan vedixwînin vê meşa xwe ya azadiyê.”

Civîn bi berzkirina dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.