17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêrêtiyeke din a qeyûmê Êlihê derkete holê

Hevşaredarê Êihê Mehmet Demîr diyar kir ku qeyûmê tayînî şûna wî hatiye kirin makîneyên dirûnê ku buhayê wan 224 hezar lîre ye ji bo wan 474 hezar lîre daye.

Şaredariya Êlihê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, di 24’ê cotmehê de ji bo 20 makîneyên dirûnê bi rêbaza bazariyê îhale çêkir û îhaleyê bi bedela 474 hezar lîre daye Şirketa 7 Kita ku nêzî AKP’ê ye.

Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, da zanîn ku rêveberiya qeyûm makîneyên dirûnê bi pereyek gelek biha kiriye û vê yekê wek “diziya biwesf” pênase kir. Demîr anî ziman ku wan der barê mijarê de lêkolîn kiriye û got: “Li gorî lêkolîna fiyetê ku me li bayî kiriye, heba makîneyekê 400 dolar e, bi giştî 8 hezar dolar dike. Yanî me bi qasî 224 hezar lîre diyar kir. Lê rêveberiya qeyûm bi rêbaza bazariyê, makîneyan bi 474 hezar lîre kiriye. Qeyûm 250 hezar lîre xistiye zirarê. Gelo ev pere kî çawa di navbera hev de parve kirine?”