2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di êrîşa Rûsya ya li ser Idlibê de 34 çete hatin kuştin

Li gorî ajansa “Interfax” a Rûsyayê li Sûriyeyê da zanîn ku di êrîşên hêzên Rûsyayê yên li Idibê de 34 endamên komên çeteyên girêdayî Enqereyê hatine kuştin, zêdetiîr 60 çeteyan jî birîndar bûne.

Li gorî ajansa “Interfax” a Rûsyayê, cîgirê serokê Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê li Sûriyeyê gotiye: “Hêzên Rûsyayê bi rêya êrişên hewayî li Idilbê 34 çete kuştine, zêdetirî 60 jî birîndar kirine. Êriş li dijî armancên girêdayî komên çekdar ên neqanûnî ku destê wan di topbarankirina noqteyên hêzên hikumeta Sûriyeyê de heye, pêk hatine.”

Li gorî heman çavkanî, noqteyên hêzên Şamê di nava 24 saetan de 7 caran rastî êrişê hatine.

Li aliyekî din, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bajarokên Fitêra, Sifohin, Filêfil û Bare yên li çiyayê Zawiyê yê başûrê Sûriyeyê û gundê Kefer Emme yê li rojavayê Helebê topbaran kirine.

Hêzên Şamê û çeteyên El Fetih El Mûbîn noqetyên hev yên li derdora El Kebîne ya herêma çiyayê Ekrad yê li bakurê Lazîqiyê û yên li herêma Sehl Xab a rojavayê Hemayê, topbaran kirin.

Hemwextî topbaranê, balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê başûrê Idlibê, bakurê Lazîqiyê û rojavayê Hemayê digeriyan.