17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berdevka HEDEP’ê:  Îdiayên ‘dîplomasiya bi AKP’ê re derew in

Berdevka HEDEP’ê Ayşegul Dogan der barê îdiayên ku HEDEP bi AKP’ê re li pişt perdeyê dîplomasiyê dike got: “Ev agahî û nûçe yek jî ne rast in, em ê qeyûman di di sindoqan de têk bibin.”

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Ayşegul Dogan bersiva pirsên Gazete Duvarê da û îdiaya ku HEDEP li pişt deriyan bi AKP’ê re dîplomasiyê dike derewand.

Ayşegul Dogan li ser îdiaya ku wê HEDEP namzedên xwe li bajarên mezin ên rojavayê Tirkiyeyê derbixin û destê desthilatdariyê xurt bikin sekinî û got: “Ev agahî û nûçe yek jî ne rast in. Em ji bo netayînkirina ji bo hin kes bi ser bikevin ne hewce ye em namzet diyar bikin an jî nekin. Jixwe ev rejîma qeyûm bi tevî sepanên xwe ve bêhiqûqiyek nayê qebûlkirinê ye. Divê hemû muxalefeta civakî di hilbijartina xwecihî de bi me re be da ku em rejîma qeyûman di sindoqan de têk bibin.”

‘Îdîayên dîplomasiya bi AKP re derew in‘

Dogan bersiva pirsa îdiaya “HEDEP li pişt derî bi AKP’ê re dîplomasiyê bi rê ve dibe” da û got: “Ev îdia ne rast in. Beriya her hilbijartinê tê îdiakirin ku partiya me li pişt derî bi desthilatdariyê re dîplomasiyê dike. Binêrin em beriya hilbijartina 14’ê Gulanê bînin bîra xwe, wê çaxê jî gotin partiya me bi Tifaqa Millet re bi Tifaqa Cumhur re li hevkirinê pêk aniye. Mixabin hevdîtinên navbera partiyên siyasî tenê ji bo me awarte tê dîtin lê dema partiyên din hevdîtinê dikin ji bo her kesî normal e. Lê dema mijar dibe partiya me bi awayek guman nêz dibin. Em dizanin ku çima wisa nêz jî dibin. Em jî wek partiyek rewa û yasayî dikarin di çarçoveya prensîbên xwe de bi her kesî re hevdîtin bikin.”