17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di roja 28’an a êrîşên Israîlê de rewşa Xezayê

Di roja 38’an a şerê Îsraîl û Hamasê de, Hamasê ragihand ku hemû nexweşxaneyên li Xezayê nikarin xizmetê bikin û li nexweşxaneya El Şifayê 6 pitik mirine. YE’yê jî Hemasê ji bo bikaranîna nexweşxaneyan şermezar kir

Şerê ku 7’ê Cotmehê bi êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê re destpê kirî, di roja 38’an de didome.

Hikûmeta Hamasê doh daxuyanî da û diyar kir ku hemû nexweşxaneyên li bakurê Xezayê nikarin xizmetê bikin.

Her wiha Hamasê îdîa kir ku li nexweşxaneya herî mezin El-Şifa ji ber nebûna elektrîkê, “6 pitikên premature” û “9 nexweşên beşa lezgîn” mirin.

MSF’ê roja Yekşemê hişyarî kiribû ku eger agirbest çênebe, wê ev nexweşxane veguherin morgê.

Yekîtiya Ewropayê jî şermezar kir ku Hamas li Xezayê “nexweşxane û sivîlan weke mertalên zindî” bi kar tîne.

Li Xezayê zêdeyî 11 hezar kes hatin kuştin

Hikûmeta Hamasê roja Yekşemê bîlançoya dawî eşkere kir û ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de 11 hezar û 180 Fîlîstînî mirine. Lê ev bîlanço her saeta ku derbas dibe, giran dibe.

Li Xezayê 44 leşkerên Israîlê hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê roja Duşemê daxuyanî da û ragihand ku di şerê li Xezayê de 2 leşkerên din mirin û diyar kir ku ji roja şer destpê û vir ve li ser xaka Fîlîstînê bi giştî 44 leşkerên Îsraîlê mirine.

Interbet hatiye birîn

Ji aliyê xwe ve peyamnêrê El-Hedath ragihand ku peywendiyên bejayî û xizmetguzariyên Înternetê li zîvala Xezayê rawestiyane, di heman demê de dengê sîrenan li rojavayê Celîlê li bakurê Israîlê hat, ku medyaya Israîlî ragihand ku du mûşek li cihekî vekirî ketine. herêma li rojavayê Celîlê ye û kuştî û birîndar çênebûne.