17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêwistî bi nûjeniya muzîkê heye!

Muzîkjenê ciwan Roleda yê ku bi eslê xwe ji Êlihê ye û niha li Holandayê dijî serpêhatiyên xwe vegot û li ser muzîka kurdî diyar kir ku pêdiviya muzîka kurdî bi nûjenbûyînê heye.

Polîtikayên li dijî çand û hunera kurdî bê rawestîn didome. Bi salan e ku dengbêj, hunermend û muzîkjenên kurd li dijî vê polîtîkayê têdikoşin. Her rê û rêbazî bêş dixin ku çand û hunera kurdî biparêzin. Muzîkjenekî ciwan ê kurd Roleda jî ku niha li Hollandayê dijî bi şêwazê xwe hewl dide ku muzîka kurdî biparaze û pêşbixe. Me jî xwest derbarê huner û karê muzîka ku dike de em pê re biaxivin û xebatên wî bi xwînerên xwe re parve bikin.

Rolada yê ku bi eslê xwe ji Êlihê ye, li Stenbolê ji dayik bûye û ji ber sedemên polîtîk neçar maye biçe Hollandayê wiha behsa xwe û nasîna muzîka kurdî dike: “Dema ez pir biçûkbûm min dengbêjî ji bavê xwe nas kir. Min ji xwe re distiriya û ji xwe re dinivîsand.”

Roleda dibêje cara yekem hatina wî a Kurdistanê bandoreke mezin a hestî bi wî re dide avakirin û ev tiştî tîne ziman:  “Hatina min a Kurdistanê ji hela derûnî ve gelekî bandor li min kir. Ez jî vek her kesî deyndarê vê axê hatibûm dinê. Ji ber vê yekê bi awayeke hestiyarî min xwe di vî şerê hebûn û nebûnê de berpirsiyar dît û li gor derfetên xwe lekolîna hêza tekoşîna xwe ya kesayetî kir. Lêgerîna min rêya şanoyê nîşanî min da. Di sala yekemîn a şanoyê de jî ji ber sedemên polîtîk ez neçar mam ku berê xwe bidim Ewropayê.”

Bi amûrên deynkirî klîba yekem

Roleda wiha behsa xebatên xwe kir: “Di sala 2021’an de dema hatim Hollandayê cara pêşî min di nav komeke şanoyê ya holandî de dest bi xebatê kir. Li kampa penaberan min bi deyn amûrên muzîkê bi dest xist û bi vî awayê strana min ya yekemîn hat weşandin. Di vê demê de min xwe fêrî zimanê biyanî kir û di serî de amadekariya zaningehê kir. Di sala duyemîn de li Arnhemê beşa ‘Theatermuziek’ kar kir û derfetên kombînasyona şano û muzîkê bi dest xist. Li Amsterdamê 180 miletên cuda hene û ev rengên cuda bû sedêma nasîna muzîk û hunêrên cuda. Niha hewl didim li ser dengebejî lekolînên xwe didomînim û li ser caz, blues, reggae, hip-hop dixebitim. Li serpehatiya min a hunerî ya hetanî niha wê di nav albuma ku li ser di xebitim de ji bo hunerhez û hunermendan bê pêşkêşkirin.”

Roleda, di dawiya axaftina xwe de ji bo huner û hunermendan jî wiha got: “Di nav hunermenda de hewceye bê fêmkirin ku pêdiviya me bi nûjeniyê heye. Rêya nûjenbûnê jî ji perwerdehiya hunerê derbas dibe. Di salên dawî de kurd muzîk û gotinên kevin ji nûve dibêjin. Hin xebat gelek bal dikişînin ji ber ku ji destên hosteyan derbas dibin. Lê hin xebat hene ku armanc wek tenê strandin tê xuyakirin û ez wek guhdarekî nikarim dengan ji hevdû biqetînim. Ji ber ku teknîka strandinê ne orjînal e û bi awayeke kopî tê çêkirin. Divê kesên ku dil dane muzîka kurdî bi pratikên deng bila lêkolîna dengên xwe bikin û her wiha yên mûzîkê. Heger guherandin ji destê neyaran ve bê kirin dê stranên kurdî wek ‘şahiyan’ bimînin. Lê heke guherîn bi destên me bên kirin wê ‘kevin’ tim bi qedr bibîne û ‘nû’ wê li xwe ser kevnar şîn bibe, xurt bibe û xurtir bibe.”