28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya berpirsyariya xwe ya têkildarî bûyerên li Qerebaxê red dike

Berdevkê Serokê Dewleta Rûsyayê Dmîtrî Peskov bersiva rexneyên Ermenistanê da. Peskov berpirsyariya hêza aştiyê ya Rûsyayê têkildarî bûyerên qewimî, red kir

Berdevkê Kremlîn Dmîtrî Peskov daxuyaniyek da çapemeniyê û got: “Em li dijî wê yekê ne ku aliyê rûs û hêza aştiyê ya Rûsyayê ku li Qerebaxê qehremantî raber kir, berpirsyar bên dîtin.”

Peskov red kir ku kêmahî çêbûne û got: “Ermenistan hevalbendê me ye, hîn jî hikumet û gelê wê nêzî me ne.”

Peskov got ku diyaloga di navbera Moskova û Erîvanê de di astên dîplomatîk ên cur be cur de ye û bi taybetî di van demên zehmet de dewam dike.

Berdevkê Pûtîn diyar kir ku ew ê wezîfeyên xwe bi cih bînin ku di serî rêz ji mafên gelê Qerebaxê re were nîşakirin.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan roja Yekşemê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku tifaqên welatê wî yên heyî, bê bandor in. Paşinyan got: “Ermenistanê ti carî dest ji berpirsyariyên xwe bernedaye yan jî xiyanet li mutefikên xwe nekiriye.”

Ev demek e Ermenistanê rexneyên xwe yên li ser Moskovayê zêde kiriye. Bi taybetî jî têkildarî krîza Qerebaxê rexneyên cidî hene ku hêza aştiyê ya Rûsyayê ev rolê xwe baş ne lîstiye.