4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Danişîna rojnameger Bayram taloqî cotmehê kirin

Danişîna doza rojnameger Hamdûllah Bayram ku girtî tê darizandin taloqî meha cotmehê hate kirin.

Danişîna doza rojnameger Hamdûllah Bayram ku bi angaşta “endamtiya rêxistinê” û “Bi zanebûn û dilxwazî alîkariya rêxistinê kiriye” tê darizandin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hate dîtin. Bayram ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Sîncanê tê ragirtin û parêzerê xwe Resûl Tamûr tev li danişînê bûn.

Di danişîna bi tespîta nasnameyê hate destpêkirin de dozger der barê esasê de mutalaaya xwe pêşkeş kir, daxwaza berdewama girtina Bayram kir. Bayram li dijî mutalaayê mafê axaftinê wergirt û daxwaza berdana xwe kir.

Piştî Bayram parêzerê wî Resûl Temûr jî mafê axaftinê girtin û parastina muwekîlê xwe kir. Temûr, li dijî sûcdariyên ku li Bayram tên kirin derket û daxwaza beraeta Bayram kir.

Piştî navbera ku daye heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir. Heyeta dadgehê biryar berdewama girtina Bayram da û danişînê taloqî 23’yê cotmehê kir.

Piştî danişînê Bayram careke din vegehastin Girtîgeha Hejmara 1’an a Rihayê.