18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya bi êrîşên tolhildanî bersiva têkçûnên xwe dide

Artêşa Ukraynayê di van rojên dawî de bi dehan navçeyên xwe ji artêşa Rûsyayê rizgar kirin û di meydana şer de gelek serkeftinên mezin bidest xistin.

Serokê Ukraynayê piştî ku erebeya wî qezayeke trafîkê derbas kir ji medyayê re axivî û daxuyaniyek der barê êrîşên dawî ên Rûsyayê li dijî binsaziya Ukraynayê da. Zelenskî da xuyakirin ku rewşa navêçeyên ji artêşa Rûsyayê hatine rizgarkirin gelekî xirabe û wiha got: “ Gund û bajarên ku ji artêşa Rûsyayê hatin rizgakirin bi carekê wêran bûne.”

Her wiha agahî der barê êrîşa Rûsyayê ya li dijî bendava Karaşonov ya bajarê Kryvyi Rih de da û wiha got: “Ma çi girîngiya şebekeya avê ji alî leşkerî ve heye bi hezaran mirov avê ji wir vedixun”

Hêjayî gotinê ye ku Rûsyayê dixwaze binketina xwe bi êrîşên tolhildanî bike. Di encama êrîşa artêşa Rûsyayê ya ser bendava bajarê Kryvyi Rih ku 650 hezar lê dijîn bê av hiştine û di encama êrîşa bi 8 fûzeyan ava bendavê wekî lehiyê di nava kolanên bajêr de herikiye.