28 Haziran, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsyayê tevgerên dewleta tirk wekî xiyanetê bi nav kir

Serokê Komîteya Parastin û Ewlehiyê yê Rûsyayê Victor Bondarev tevgerên dawî yê dewleta tirk wekî xencera li piştê bi nav kir û got, “Piştî rêzebiryarên wê yên provokatîv, ew êdî ne dewleteke dost e.”

Li gorî ajansa “TACC” a Rûsyayê, Serokê Komîteya Parastin û Ewlehiyê ya Meclîsa Federasyonê ya Rûsyayê Victor Bondarev got: “Mixabin, bûyerên di hefteyên dawîn de rû dane bi zelalî diyar dikin ku Tirkiyeyê hêdî hêdî ji dewleteke bêalî vediguhere dewleteke ne dost, ji ber ku wê gelek biryarên provokatîv stendin.”

Daxuyaniyên Bondarev piştî serdana serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky a ji bo Tirkiyeyê hatin dayîn. Zelensky ku roja înê çûbû Tirkiyeyê ragihandibû ku 5 fermandarên tabora Azof dê ji Tirkiyeyê vegerin Ukraynayê.

Bondarev destnîşan kir ku Tirkiye piştgiriyê dide hewldana Ukraynayê ya tevlêbûna NATO`yê û anî ziman ku ruxmî lihevkirina li ser mayîna fermandarên tabora Ukraynayê li Tirkiyeyê heta bidawîbûna şer, Tirkiyeyê ew serbest berdane.

Bondarev, ev tevgera Tirkiyeyê wekî “xencera ji piştê” bi nav kir û wekî encama zextên NATO`yê hesiband.

Piştî ketina bajarê Mariupol, her 5 fermandarên Ukraynayê teslîm bibûn. Piştî ku serbest hatin berdan, di çarçoveya pevguhertina dîlgirtiyan a di Îlonê de, ew ji Rûsyayê birin Tirkiyeyê. Li gorî şertên pevbuhertina dîlgirtiyan, diviyabû ew heta bidawîbûna şer li Tirkiyeyê bimînin.