4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Saadet Akin li girtîgehê stranek nû çêkir

Yek ji girtiyên siyasî Saadet Akin ku di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyas,"li gel hevalên xwe dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kir, bi strana xwe ya nû bang li gel kir.

Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku ji aliyê girtiyên siyasî ve di 27’ê Mijdarê de bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” li girtîgehan hatibû destpêkirin, di roja 4’an de berdewam dike. Di greva ku ji 104 girtîgehan gelek girtî bi dorêveger tevli dibin, girtî bi rêya malbat û parêzerên xwe peyamên xwe radigihînin. Saadet Akîn û Zelal Bîlgîn li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan kirin.

Strana nû

Saadest Akin a ku 9 sal e di girtîgehê de ye û 8’ê mijdara 2018’an de tev li greva birçîbûnê ku li girtîgehê ji aliyê Leyla Guven ve hat destpêkirin jî bibû û di heman demê de ji bo Jîna Emînî ya ji rojhilatê Kurdistanê ku ji aliy rejîma Îranê ve hat qetilkirin strana “Jîna” jî derxist, di hevdîtina ku bi telefonê bi malbata xwe re kir de bi sitraneke nû ku çêkiriye banga berxwedanê li gel kir.

Derbarê Saadest Akin de

Akin a ku 2015’an de di dema qedexeya derketina derva a li Sûra Amedê de hat girtin û birin Girtîgeha Jinan a Amedê, piştî ku 2 salan li wê ma sirgûnî Girtîgeha Jinan a Tersûsê ya Mêrsînê hat kirin. Saadest piştî ku du salan jî li Girtîgeha Tarsûsê ma piştre sirgûnî Girtîgeha Jinan a Sîncanê hat kirin. Saadest 5 sal e li girtîgeha Sîncanê girtî ye.