18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

GOÇÎZ-DER: Bi koçberiyê hafizayê tune dikin

Hevseroka GOÇÎZ-DER’ê Medya Alkan diyar kir ku çete û komên ku bazirganiya mirovan dikin li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê roj bi roj zêde dibin û bi koçberiyê hafizayê tune dikin.

Platforma Komeleya Şopandin û Lêkolînê ya Koçberiyê ya Mezopotamyayê û Penaberan a Çukurova û Komeleya Lêkolînên Koçberiyê ya Serhatê li (GOÇÎZ-DER), têkildarî koça derveyî welat ku di demên dawî de zêde bûye li Şaxa Hejmar 1 a EGÎTÎM-SEN’ê ya Amedê daxuyaniyê da çapemeniyê. Hevserokên GOÇÎZ-DER’ê Medya Alkan û Serdar Bayram, Rêveber û Hevserokên HEDEP MEBYA-DER, TUHAY-DER, TMMOB, TJA yên Amedê amade bûn. Hevseroka GOÇÎZ-DER’ê Medya Alkan daxuyanî xwend.

Bi koçberiyê hafizayê tune dikin

Alkan, anî ziman li ser gelê kurd her tim politikaya koçberiyê hatiye meşandin û wiha got: “Koçberiyên ku mayînde bûne an jî ji çar aliyên cîhanê hatine, herî zêde li Mezopotamyayê bicih bûne. Gelên ku li van xakên bi bereket û pîroz dijîn bi sedsalan bi rastiya koçberiyê re rû bi rû mane. Di her heyama dîrokê de desthilatan xwe ji diyardeya koçberiyê weke metirsiyek û amûreke dîzaynkirinê li ser Kurdan xwe dûr nexistiye. Dema em li dîroka Komarê ya 100 salên dawî dinêrin, ji plana ‘Şark Îslahat’ a Rojhilat heta ‘Qanûna Çareseriyê’ ji Darbeya Leşkerî ya 1980’î heta şewitandin û valakirina gundan di salên 1990’î de ji pêvajo berdewam kirin e. Rêveberiya Xweser heta piştî Darbeya Leşkerî ya 15’ê Tîrmehê, li ser gelê Kurd her tim polîtîkaya koçberkirinê hatiye meşandin. Bi van polîtîkayan gelê Kurd her tim ji ber zextan bi darê zorê ji warên xwe hatin koçberkirin. Van koçberan bandorek neyînî li ser nasname, çand û bîra kurdan kir. Koçberî li vê erdnîgariyê tê wateya tunekirina nasnameyê. Ev tişt dibe sedema tunekirina hafizeya civak û asîmîlekirinê.”

Şerê taybet li axa kurdan belav dikin

Alkan, da zanîn ku polîtîkayên şerê taybet ên li dijî Kurdan hatine meşandin, zêde dikin û wiha pêde çû: “Bi taybetî piştî sala 2015’an bi “Rewşa Awarte” ya ku bi taybetî li erdnîgariya kurdan belav bû  û piştre li tevahiya Tirkiyeyê belav bû. Ji ber polîtîkayên şerê taybet ên bi dirûşma ‘hez bike an jê bihêle’ gel rastî zext û zordariyê hatin û qadên wan ên jiyanê hatin tengkirin. Tayînkirina qeyûman jî polîtîkayeke şerên taybet bû li ser şer, krîza aborî, girtina ciwanên Kurd di nava gola tiryak û fuhûşê de bûne mayînde. Polîtîkayên ku tundî û kuştina jinan rewa bûne. Ji sala 2016’an vir ve her tim asayî dibin.”

Di 9 mehên dawî de 51 hezar mirov koç kirin

Alkan, anî ziman ku gelek beşên civakê ketine ser rêyên koçberiyê û wiha pêde çû: “Ji ciwanan heta jinan, ji gundiyan heta akademîsyenan, ji karkeran heta teqawîtbûyî her kesî bala xwe daye derve û bi taybetî jî koçî Ewropayê dikin. Dema ku em li lêkolînan dinêrin her sal hejmara kesên ku ji Tirkiyeyê koçî Ewropayê dikin û daxwaza penaberiyê dikin rekor dişikînin. Di sala 2016’an de hejmara kesên ku li Ewropayê serlêdana penaberiyê kirine 9675 bû. Ev hejmar tenê di 9 mehên destpêkê yên sala 2023’an de derket 51 hezar û 415’an.”

Çete û bazirganên mirovan zêde dibin

 Alkan destnîşan kir ku herî kêm ji sedî 80’ê kesên ku ji Tirkiyê koç kirine kurd in û wiha axivî: “Bi taybetî jî di van salên dawî de polîtîkayên ewlehiyê yên zêde serdest in. Ji ber vê sedemê  bi hezaran kes derdikevin ser rêyên koçberiyê. Çete û komên ku bazirganiya mirovan dikin li metropolên Kurdistan û Tirkiyeyê roj bi roj zêde dibin. Ji ber ku bi 7 hezar an 5 hezar euro, carinan bi deyn jî mirovan dibirin Ewropayê û bi hêsanî vî karî dikin.”