17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bakirhan: Li dijî tecrîdê zêdetir têkoşîn divê

Hevserokê Giştî yê HEDEP'ê Tuncer Bakirhan, li Wanê xîtabî gel kir û got: "Girtiyên zindanan ji bo tecrîd bi dawî bibe ketine girevê. Di sala 2015’an de birêz Ocalan hemû hewldanên xwe ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêbazên demokratîk danîn holê.

Gera Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tûncer Bakirhan a li Herêma Serhedê didome. Bakirhan îro jî li Wanê tev li civîna gel bû. Bi sedan kesan Bakirhan û heyeta pê re li dervê Wanê pêşwazî kir û bi konvoyê ber bi navenda bajar ve ketin rê. Welatiyan bi îşaretên serkeftinê û dirûşmeyan konvoya ku Bakirhan di nav de pêşwazî kirin. Bakirhan, di civîna gel a li Parka Mûsa Anter de axivî. Bakirhan, bertek nîşanî astengkirinên di rê da qewimîn dan û wiha got: “Me ev pergal bi hev re nas kir ev dijminên gelê kurd in, ev ewên ku vîna gelê kurd tune hesibandine ne. Kesên li hemberî serokê navçeya partiyeke din amade dibin, dema hevserokê giştî yê partiya di parlamentoyê de partiya herî mezin a sêyemîn e di 10 deqîqeyan carekê GBT dikin û konvoya me disekinin, difikirin ku vîna gelê Wanê bişikînin. Girtîgeh, êşkence û GBT’yên we bi kêrî tiştekî nehatin. Vîna gelê Kurd nas bikin. Bi astengkirina vîna gelê Kurd tayînkirina karmendê dewletê nikarin ji holê rabikin. Kesên vîna Wanê nas nekin, gelê Wanê wan qet nas nake. Gelê Wanê wê hilbijartina pêş de mezin qezenc bike û vîna xwe deyne holê.”

‘Dixwazin Kurdistanê vala bikin’

Bakirhan, anî ziman ku Kurdistan hatiye feqîrkirin û ciwanên kurdan dixwazin bajarên xwe vala bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dixwazin erdnîgariya Kurdistanê bêmirov bihêlin û kesên ku xwedî li doza xwe derdikevin nemînin. Temamê van polîtîkayên we dê pûç bibin. Wan wê xwedî li bajarê xwe, vîna xwe û rastiya xwe derkeve. Hevalên me yên vîna gelê Wanê temsîl dikin û niha di girtîgehan de ne dê li Xaçortê li cadeyên Wanê bi awayekî serbilind bigerin lê kesên qeyûm tayînkirine, vîna me xespkirine wê mehkûm bibin ku serê wan li pêş wan bijîn. Qeyûm çi kir? Ciwanên me zêdetir neçarî koçberiyê bûn, zêdetir bêkarî çêbû zêdetir kepenk hatin girtin. Wana ku navenda bazirganiya sînor e niha bi Colemêrgê re sotemeniya cîhanê ya herî biha bikartîne. Li ber serê me mazot heye, sînor heye, mazot ji vir diçe Enqere û Stenbolê lê mazota herî bi biha em bikartînin. Ji vê re cihekarî tê gotin. Em ê ji van re nebêjin ‘na’. Di serî de mele, seyda, jin, ciwan, kesên hatine xapandin û herkesên heta niha li rex polîtîkayên zilmê yên AKP’ê disekinin qaneh bikin. Ev der bajarekî kurdan e, kesên li vir dijîn kurd in, Mala van mirovan jî partiya wan jî HEDEP e. Divê em bi vê zanebûnê bixebitin.”

‘Li dijî tecrîdê zêdetir têkoşîn divê’

Bakirhan, qala çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk û ji bo bidawîkirina polîtîkayên tecrîdê yên li ser Birêz Ocalan, li girtîgehan grevên birçîbûnê dest pê kirin. Xwişk, bira, xizm, zarok û hevrêyên me hemûyan di girtîgehan de ne. Heke têkoşîn li ber xwe dan be kesên li girtîgehan li ber xwe didin. Sedemê vê yekê ew e ku em xurttir bin. Heke em bi hêz bûna, em xwedî li maf û hiqûqa xwe derketibûna, li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê dest pê nedikir da polîtîkayên tecrîdê bi dawî bûna. Em dibêjin di sala 2015’an de birêz Ocalan hemû hewldanên xwe ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêbazên demokratîk danîn holê. Got neteweya demokratîk, komara demokratîk hemwelatibûna wekhev. Ez niha ji we dipirsim; Kurd nebin hemwelatên wekhev wê bibin çi? Em hemû dê bibin Tirk? Bibin AKP’î? Ji ber vê yekê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ya bi rêyên demokratîk ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan divê em xurttir têbikoşin.”

Bakirhan, Osman Şiban û Servet Tûrgût ên di sala 2021’an li Wanê ji helîkopterê hatin avêtin bi bîr xist, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ne pêkane mirov Osman Şiban û Servet Tûrgût ji bîr bike! Xwestin ku Kurdên kedkar ên gundî ji helîkopterê biavêjin û bikujin. Osman Şiban hêj tê darizandin me Servet Tûrgût winda kir. Makbûle Ozerê hûn hemû baş dizanin, 73 salî ye. Dayika ji ber pirsgirêkên wê yên tenduristiyê doza wê hate taloqkirin vê desthilatê şand girtîgehê. Di kîjan ol û baweriyê de şandina mirovên 75,80 salî ya girtîgehê heye. Baweriyek, olek, mirovahiyeke wiha heye? Van ne ji olî ne jî mirovahiyê tiştek negirtine. Di wê baweriyê de me ku di hilbijartina pêşiya me de em ê bi wergirtina hemû şaredariyên li Wanê re mizgîniyeke mezin bidin hevalên xwe yên li sirgûn û girtîgehan.”