18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê endamên Konseya Navendî ya TTB’ê ji peyvirê girtin

Darazê endamên Konseya Navendî ya TTB’ê ji peyvirê girtin. Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanciyê diyar kir ku biryar çi dibe bila bibe, dê her kedê bidin.

Danişîna biryardayîna ya ji bo wergirtina ji wezîfeyê ya endamên Konseya Navanedî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) hat vekirin, li Dadgeha Ceza ya Asliye ya 31’ê ya Enqereyê pêk hat. Endamên konseya Navendî ya TTB’ê û parêzerên wan, nûnerên sendîkayan, rêveberên rêxistinên pîşeyî û parlementerên HEDEP, CHP û EMEP’ê tev li danişînê bûn.

Dadger xwest danişînê taloq bike, lê parêzer û endamên TTB’ê yên hat xwestin ji wezîfeyê bên girtin, xwestinê parastinê bikin. Ewilî parêzer parastinê kirin. Parêzeran diyar kir ku banga ji bo nebikaranîna çekên kîmyewî ne pêkan e ku wekî xebateke derî armancê ya TTB’ê bê dîtin û îşaret bi rojanekirina peymana der barê helwesta bijîşkan de kirin. Parêzeran got: “Ji ber van sedeman em doza redkirina dozê dikin.

Piştî parastinan heyeta dadgehê navber da danişînê. Piştî navberê heyetê biryara xwe eşkere kir. Heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir, biryar da ku dawî li wezîfeya endamên Konseya Navendî ya TTB’ê bê û di nava mehekê de hilbijartinên nû bên çêkirin û di kongreya mezin de şandeyeke ji 5 kesan pêkhatî bê peywirdarkirin.

Heyeta dadgehê biryar da ku ji endamên kongreyê Bahadir Ozturk, Mûstafa Sezaî Demîrel, Mûhammed Çagatay Engîn, Omer Fazil Çadir, Fazil Necdet Ardiç bên peywirdarkirin.

Navê endamên ji wezîfeyê hatin girtin jî ev in: “Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci, Serokê Duyem ê TTB’ê Alî Îhsan Okten, Sekreterê Giştî Vedat Bûlût, endam Nûrsel Şahîn, Onûr Nacî Karahanci, Kazim Dogan Erogûllari, Alîcan Bahadir, Ahmet Karer Yûrtdaş, Adalet Çibik, Aydin Şîrîn û Lutfî Tiyeklî.”

Piştî biryara dadgehê endamên konseye li ber edliyeyê daxuyanî dan. Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanciyê jî got: “Biryara we çi dibe bila bibe, em ê her kedê bidin. Karê me ew e ku em heqîqetê bibêjin.”