6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Heta Roj azad nebe welat azad nabe’  

Girtiyê siyasî Çayan Alkan ku di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ketiye greva birçîbûnê xwest ji bo tecrîd bi dawî bibe hemû kes têbikoşin û got: “Heta Roj azad nebe welat azad nabe. Jiyan azad nabe.”

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê tên ragirtin, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de, di 27’ê Mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê ya 5 roj dorveger dane destpêkirin. Çalakiya girtiyan a ku dê heya 15’ê sibata 2024’an bidome di roja 5’an de didome. Girtî dixwazin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û tecrîda bê bidawîkirin.

Girtiyê siyasî Çayan Alkan ku li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê ye, têkildarî armanca gireva birçîbûnê ya 5 rojan dorveger ketine, bi rêya malbatê peyam da. Alkan diyar kir ku ew 5 rojan bi awayekî dorveger ketine girevê û wiha got: “Niha li girtîgeha me Hevalê Dawît Barîn dest pê kiriye. Çalakî li dijî tecrîda girava Îmraliyê ye. 25 sal in tecrîdek, îşkenceyek derûnî ya pir giran heye. Divê ev tecrîd û îşkence bi dawî bibe. Ev neheqiyek pir mezin e. Divê ev tecrîd êdî bi dawî bibe. Ji bo wê jî divê her kes, derdor, gel, xizm û hemû nasên me li dijî vê tecrîdê bertek û nerazîbûnên xwe bînin ziman. Ev îşkence û tecrîd ne di hiqûqa neteweyî û ne jî di hiqûqa navneteweyî de heye. Ev tecrîd zordestî ye û nayêqebûlkirin.”

‘Me li dijî neheqiyê dest bi çalakiyê kir’

Çayan Alkan anî ziman ku wan li dijî vê neheqiyê dest bi çalakiyê kiriye û wiha axivî: “Em ê çalakiya xwe berdewam bikin. Em ê 5 roj 5 roj bi dorveger vê çalakiyê berdewam bikin. Divê êdî ne tenê pirsgirêka tecrîdê, divê pirsgirêka gelê kurd jî bê çareserkirin. Ji bo vê yekê jî divê Rêber Apo êdî serbest bê berdan. Bi tecrîdkirinê pirsgirêk çareser nabe. Divê her kes, bi taybet derdorên demokrat û şoreşger têkevin nava liv û tevgerê û vê neheqiyê bişkînin. Bi tecrîd û bi vê îşkenceya li Îmraliyê tê kirin welat dernakeve rêya rast. Tirkiye bi vî rengî demokratîk nabe. Em dixwazin her kes di vê mijarê de hestiyar û berpirsiyar tev bigere. Heta roj azad nebe welat jî azad nabe. Jiyan jî azad nabe. Ji bo vê jî divê her kes bixebite.”