6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li gorî ATK’ê Makbule Ozer a 81 salî dikare li girtîgehê bijî

Heyeta  ATK’ê der barê Makbûle Ozer a 81 salî ku salek berê hat berdan biryar da û got “Dikare girtîgehê de bimîne”. Ji ber biryara ATK’ê Ozer dê dîsa bikeve girtîgehê.

Makbule Ozer a 81 salî ku di 9’ê Gulana 2022’yan de li navçeya Artemêtê ya Wanê bi hinceta “Alîkariya rêxistinê kiriye” 2 sal û mehek cezayê girtîgehê lê birîbû hat girtin û di 7’ê Îlona 2022’yan de piştî taloqkirina cezayê wê hat berdan. Li gorî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) wê bi rapora “Dikare ku di girtîgehê de bimîne” dê dîsa biçe girtîgehê.

Di nivîsa ku ATK’ê di 11’ê Mijdarê de ji dadgehê re şandibû de wiha hatiye gotin: “Li gorî belgeyên heyî û lêkolînên muayeneyê yên Makbule Ozer guncav e ku di şert û mercên Girtîgeha Tîpa R (rehabîlîtasyon) de bimîne.

Di beşeke din a vê biryara ATK’ê de jî notên ku Makbule bi kursiya bi teker hatiye muayene û nexweşiya astimê, bêhna tengahiyê, liv û tevgerên çok, zend û lingên wê bi sînor û dîtina wê kêm hatiye girtin.

Malbata ku îro bi dozgeriyê re hevdîtin pêk anî, xwest Makbule teslîmî girtîgeha tîpa R bikin. Malbat jî wê roja duşemê Makbule teslîmî girtîgehê bikin.

‘Bila ev bêhiqûqî bi dawî bibe’

Keça Makbûle, Naîme Ozer ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û bertek nîşanê rewşê da. Naîme, ev tiştan got: “Li nexweşxaneya herêmê sedî 61 rapora astengdariya dan dayika min. Me ev raporan ji dozgeriyê re şand. Piştre me dayîka xwe bir Saziya Tipa Edlî. ATK’ê biryar da ku guncav e ku girtîgeha R yê de bimîne. Îro jî dema me ew bir edliyeyê, me ew bi kursiya bi teker bir. Dayîka min ne di wê rewşê de ye ku pêdiviyên xwe pêk bîne. Par dikaribû qedehek av bîne ji xwe re, lê niha nikare wê jî bîne. Em dayika xwe li ser pişta xwe dibin û tînin. Bêhiqûqiyeke wiha tune. Hemû cîhanê dît ku dayîka min di çi rewşê de ye. Em dixwazin êdî ev bêhiqûqî bi dawî bibe.”