5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd neçar in, ta serkeftinê têbikoşin

Kurdyar Dirêî

Ji roja ku tirk hatine li Kurdistan û Anadolê bi cih bûne heta niha rayedar û rêveberên tirkan her tem kurd înkar kirine û niha jî kurdan înkar dikin û komkujiya kurdan dikin.

Hevoka “kurdê baş kurdê miriye” ku ji çend gotinan pêk tê, siyaseta dewleta tirk a faşîst li hemberî gelê kurd aşkera û zelal destnîşan kiriye. Ji hilweşîna selteneta osmanî ya piştî şerê cîhanê yê yekemîn (1914 -1918) û avabûna komara Tirkiyeyê ya nû û piştî Peymana Lozanê ya 1923’yan, yekem metirsiya ku netewperestên tirk xist nava tirsê. Hebûna gelê kurd û doza welatekî çarparçebûyî ku ta bilêvkirina navê wê (KURDISTAN) ji nijadperest û netewperestên tirk re hatiye wateya  hilweşîna komara Tirkiyeyê ye.

Lewre çi şerê ku Tirkiyeyê li hemberî gelê kurd daye meşandin herdem bi şerê hebûn û nebûnê  bi nav kiriye, dewletên mîna Tirkiyeyê ku dizanin li ser talanî, xapandin, peymanên bazerganiyê hatine avakirin, li benda derfetan an jî  tesadufiyê namînin, di şerekî vekirî de bi metirsiyên xwe re dijîn û beriya rûdana wan metirsiyan amade û haziriyên xwe dikin. Ne ji dema îro de ye ji berê de û di dema avabûna selteneta osmaniyan de metirsiya herî mezin ku tûraniyan dijîn, bilindbûn û derhatina statûyeke kurd e, li gorî Nezîr Cibo ku di pirtûka xwe ya bi sernavê Sultanên Hevêrkan (beşek ji dîroka kurdî) de diyar kiriye: sultanê osmanî Selîmê yekemîn wiha helbesteke nivîsandibû:

“Hey Xweda gazî te dikim ku derfetan bi kurdan nede

Ta ebed nebin sultan û lingên wan di sola teng de be

Tu caran wî  têr neke û gawir ji kaniya wî vexwin ew venexwe.”

Heger em baş di vê  helbestê de mijûl bibin, diyare ku  tûraniyan pir êş ji ber kurdan kişandine, tengav bûne û metirsiyeke mezin ji xwe re dîtine ta ku sultan Selîm gihiîştiyê vê kînê û gazinî  Xweda kiriye, her wiha li pey komkujiyên di derheq kurdan de li Amedê hevoka; `kurdê baş kurdê mirî ye’ hatiye gotin û di pey re rayedarên tirkan li pey hev ew hevok di gelek helkeftan de dubare kirine. Mebest ne bi tenha hevokeke an jî  helwesteke tirkan e, mebest ew e ku Tirkiyeyê hebûn û nebûna xwe di çarçova hebûn û nebûna kurdan de girtiye dest. Hingê jî Tirkiye ne amadeye ku  doza kurdî  çareser bike, bi tenha amadeye ku qirkirin, komkujî û tunekirina doza kurdî têxe rojeva xwe. Derfetan dê nede ku kurd bibin xwedî statû û dengên wan sînorên bindestiyê derbas bike. Di hin deman de hin rayedarên Tirkiyeyê  behsa doza kurdî kirine, ew jî  di demên tengavbûnê de û di pey re xwe bi xwe red kirine û dubare siyasetên qirkirinê dane pêş û mînaka herî  dawî jî serokê Tirkiyeyê yê roja îro  Erdogan e. Erdogan xapandin, derew, bêbextî, qurnazî, kîn û keysbaziya kombûyî di siyaseta Tirkiyeyê de ji dema osmaniyan û ta roja îro  di xwe de civandiye  û li hemberî doza kurdî, di bin zihniyeteke osmanî, islamî, netewperestî de “an hebûna Tirkiyeyê yan jî hebûna kurdan“ de tevgeriyaye. Çimkî dewleta Tirkiyeyê di roja îro de gihîştiye wê baweriyê  ku ew li ber çerxeriyekê ye yan wê ta ebed doza kurdî  ji holê rake û yan jî Tirkiye  dê parçe parçe bibe bêyî ku li çareseriyên demokratîk  bigere. Lewre di demekê de ku Rojhilata Navîn tevde li ber guhertinane û di nava qeyranan de dijîn. Rêzdar Ocalan nexşeriya çareseriyê  ji tevaya krîzên di Rojhilata Navîn de û di nav de jî ji doza kurd re daniye holê. Lê belê li gorî ku di rêzikên li jorê de me anîbûn ziman, dewleteke ku li ser xapandin, xwîn, talanî û fobiya hilweşînê avabûyî, dê rêyên demokrasiyê nepejirînê û kurd neçar in ku heta dawiyê li ber xwe bidin û ta serkeftinê têbikoşin.